Sûdanî û Mezlûm Ebdî axivîn: Divê rê li ber terorîstan were girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pêwendiyeke telefonî pêk anî.
Sûdanî tekezî li ser rêlibergirtina "revîna çekdarên DAIŞê" ya ji girtîgehan û parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê îrp ragihand ku Mihemed Şiya Sûdanî bi Mezlûm Ebdî re axiviye.
Li gorî daxuyaniyê, di pêwendiyê de rewşa Sûriyeyê û rûdanên ewlehiyê yên dawî û bandora wan a li ser ewlehî û aramiya Îraq û herêmê hatin gotûbêjkirin.
“Pêdivî bi diyalogê heye”
Mihemed Şiya Sûdanî tekezî li ser "pêkanîna diyalogê di vê qonaxa hestiyar de" kir, bi awayekî ku "mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bên misogerkirin û yekparçeyî û ewlehiya welêt bê parastin."
Pirsa girtîgehan û metirsiya DAIŞê
Li gorî ofîsa Sûdanî mijareke din a sereke ya pêwendiyê taybet bi pirsa girtîgehan bû.
Sûdanî li ser vê mijarê got, “Divê rê were girtin ku terorîst derfeta reva ji girtîgehan bibînin û metirsiyê li ser ewlehî û aramiya Sûriye, Îraq û hemû herêmê çêkin."