Zulfiqarî: Îsraîl dê êrişî Aramcoyê bike
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Xatemul Enbiyaya girêdayî Hêzên Çekdar ên Îranê ragihand, "Em kîjan binesaziya Amerîka û Îsraîlê bikin armanc em dê bi awayê fermî berpirsiyariya wê bixin stûyê xwe."
Berdevkê Xatemul Enbiyayê Îbrahîm Zulfiqarî îro hişyarî da Amerîka û Îsraîlê.
Wî ragihand ku Hêzên Çekdar ên Îranê dê hemû binesaziyên girêdayî her du welatan ve bikin armanc û dê bi awayê fermî berpirsiyariyê jî bigirin stûyê xwe.
“Îsraîl dê êrişî Aramcoyê bike”
Berdevkê Xatemul Enbiyayê her wiha da zanîn ku hinek agahî hatine ji wan re û got:
"Nêta Rejîma Siyonîst heye êrişî binesaziyên enerjiyê yên li herêmê bike, di nav wan de saziyên Kompanyaya Aramcoyê jî hene."
“Armanca Îsraîlê tohmetbarkirina Îranê ye”
Li gorî gotina Zulfiqarî armanca Îsraîlê ya ji vê gavê, "Tohmetbarkirina Îranê û derxistina aloziyê ya di navbera welatên herêmê de ye."
Şerê ku 28ê Sibatê bi êrişên Amerîka û Îsraîlê dest pê kir bi hemû gurbûna xwe didome.