Îmarat: Me di rojekê de 30 mûşek û dronên Îranê xistin xwarê

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bi mûşek û dronan êrişeke berfireh biriye ser Îsraîl û baregehên Amerîkayê yên li herêmê.

Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Îmaratê eşkere kir ku wan di nava rojekê de 30 mûşek û dronên Îranê xistine xwarê.

Îran: Me li Tel Evîv û Heyfayê 25 xal armanc kirin

Peywendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran a Îranê derbarê pêla 68an a operasyona bi navê "Soza Rastgo 4" de daxuyaniyek belav kir.

Pasdaran diyar kir ku di vê operasyona hevbeş a hêzên deryayî û asmanî de mûşekên cureyê "Xuremşehr 4" û mûşekên fireh-serî yên "Qedr" hatine bikaranîn.

Li gorî daxuyaniya Tehranê, wan karî pergalên parastina asmanî ya Îsraîlê têk bibin û li nav bajarên Heyfa û Tel Evîvê 25 xalan armanc bikin.

Supaya Pasdaran her wiha îdia kir ku wan bi dehan dronên bombebarkirî li gelek baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê xistine û êriş "bibandor" bûne.

Îmarat: Ji destpêka şer ve me 2 hezar mûşek û dron xistine xwarê

Wezareta Parastinê ya Îmaratê jî îro ragihand ku wan 4 mûşekên balîstîk û 26 dronên ku ji Îranê ve hatibûn avêtin li esmanê welatê xwe îmha kirine.

Li gorî amarên wezaretê, ji destpêka êrişên Îranê yên li ser Îmaratê ve, parastina asmanî ya vî welatî 338 mûşekên balîstîk, 15 mûşekên krûz û 1,740 dron xistine xwarê.

Zererên canî û kesên birîndar

Wezareta Parastinê ya Îmaratê eşkere kir ku ji ber van êrişan heta niha 2 leşkerên wan dema ser karê xwe bûn mirine.

Her wiha şeş sivîlên ku xelkê Pakistan, Nepal, Bangladeş û Filistînê bûn canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 158 kesên ji neteweyên cuda (Îmaratî, Misirî, Sûdanî, Îraqî, Îranî, Umanî, Urdunî û Swêdî) birîndar bûne.

Wezaretê tekez kir ku hêzên wan di asta herî bilind a amadehiyê de ne û ew dê bi tundî bersiva her hewldaneke ku bixwaze aramiya welat xera bike bidin.

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê 28ê Sibatê dest pê kir û di çarçoveya vî şerî de Îran welatên Kendavê, bi taybetî Îmaratê, wekî armanc dibîne.