Nûçegihanê hevbeşê Rûdawê li Tengava Hurmizê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Nûçegihanê televîzyona CBSê, ku hevkarê Tora Medyayî ya Rûdawê ye di grupa ENEXê de ye, bi awayekî nepenî gihîşt Tengava Hurmizê û dîmenên wan keştiyan tomar kirin ku di wê tengava avî ya stratejîk de asê mane.
Li gorî dîmenan, keştiyên ku di Tengava Hurmizê de asê mane, yek li pey yekê têne dîtin.
Nûçegihanê hevkarê Rûdawê di raporê de dibêje: "Serejok e ku mirov bibîne ev tengava avî ku cihê derbaskirina ji sedî 20ê enerjiya cîhanê ye, niha bûye sengerê pêşîn ê nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de."
Ji ber ku çûna nava tengavê ji bo rojnamegeran qedexe ye, tîma rojnamegeriyê xwe wekî geştyar nîşan da.
Tîmê bi rêberekî geştyarî re bi 100 dolarî û bi wan qeyikên masîgirên herêmî karîbû derbasî nav wê tengava avî bibe ku niha mezintirîn nakokiya navneteweyî li ser tê kirin.
Di dema geştê de, tîm bi berdewamî di bin çavdêriya hûr a nobedarên peravê de bû.
Tê gotin ku ew derya ji aliyê Îranê ve hatiye mayînnkirin. Di dîmenan de tê dîtin ku hinek dolfînên deryayê li pey qeyika tîmê diçin.
Peyamnêrê hevkar wiha domand,"Her çend me mesafeyeke kurt birî be jî, me gelek keştiyên asêmayî dîtin ku çend hefte ne li wir mane."
Metirsiya girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve wekî gefeke gelekî cidî tê dîtin.
Tehranê karîbû vê tengava avî wekî çekekê bi kar bîne û tenê rê bide keştiyên xwe û hevpeymanên xwe derbas bibin.
Bi vî awayî tengava girîng a enerjiyê ji cîhanê qut kiriye û ev yek bûye sedema bilindbûna bihayên enerjiyê.
Di beşeke din a raporê de tê gotin ku ne tenê Îranê ev sînorên avî girtine, Trump jî dorpêç li ser sepandiye da ku rê li ber hinardekirina enerjiya Îranê bigire.
Niha her du alî hewl didin enerjiyê wekî zextekê li dijî hev bi kar bînin, di vê navberê de jî aboriya cîhanê zererê dibîne.