Şer dîsa germ dibe û dan û standin di metirsiyê de ne
Hewlêr (Rûdaw) - Pakistan hewl dide gera duyem a dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de li Îslamabadê dest pê bike.
Ev hewldan di demekê de ye ku tenê 48 demjimêr ji bo dawîbûna agirbestê mane lê gurkirina aloziyên li Tengava Hurmizê, pêkanîna vê civînê xistiye nava gumanan.
Destdanîna ser keştiya Îranê
Şeva borî Hêzên Deryayî yên Amerîkayê dest danî ser keştiyeke barhilgir a Îranê. Washingtonê îdîa kir ku wê keştiyê xwestiye dorpêça ser benderên Îranê bişkîne.
Li hember vê yekê, Îranê soz da ku ew dê bersivê bidin. Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji hevtayê xwe yê Pakistanî re got ku ev “gefên Amerîkayê nîşaneya bêbaweriyê ne.”
Lihevkirin dûr e
Tevî hewldanên Pakistanê yên ji bo destpêkirina dan û standinan roja sêşemê 21ê Nîsana 2026an, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro li Tehranê got, "Ti planeke me ji bo gera bê ya dan û standinan nîne û biryareke wiha nehatiye dayîn."
Di 18ê Nîsanê de Îranê dabû zanîn ku pêşniyarên nû ji Amerîkayê wergirtine lê bal kişandibû ser wê yekê ku hîn valahiyeke mezin di navbera her du aliyan de heye.
Mijarên mîna bernameya atomî ya Îranê, komên çekdar ên nêzîkî Tehranê û Tengava Hurmizê hîn jî xalên sereke yên nakokiyê ne.
Bilindbûna xisarên şer
Li gorî amarên ku îro duşemê ji aliyê Serokê Rêxistina Tipa Dadî ya Îranê Ebas Mesudî ve hatine belavkirin, di şerê 40 rojî yê navbera Îran û hevalbendên Amerîkayê (Îsraîl) de, herî kêm 3 hezar û 375 kes li Îranê hatine kuştin.
Her wiha li Libnanê 2 hezar û 290 kes, li Îsraîlê 23 kes, li welatên Kendavê 12 kes, 15 leşkerên Îsraîlî û 13 leşkerên Amerîkayî jî hatine kuştin.
Li Herêma Kurdistanê jî di dema şer de 21 kes şehîd ketine.
Bihayê petrolê firiya
Kontrolkirina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve bûye sedema yek ji mezintirîn qeyranên enerjiyê yên çend salên dawî.
Bihayê bermîleke petrola brent gihîştiye 95 dolaran, ev jî tê wateya bilindbûneke ji sedî 30î li gorî bihayê beriya şer.
Alîkarê Serokkomarê Îranê Muhemed Riza Arif bi rêya hesabê xwe yê Xê peyamek da û got:
"Parastina ewlehiya tengavê ne belaş e. Bêyî du rêyan: Yan bazareke azad a petrolê ji bo her kesî, yan jî metirsiya xerciyên zêde ji bo her kesî."