CENTCOM: Me rê li ber 27 keştiyan girt

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan CENTCOM Îran Dorpêça Deryayî Hurmiz Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) bîlançoya dorpêça deryayî ya ku ji 13ê Nîsanê hatibû destpêkirin eşkere kir.

CENTCOMê ragihand ku wan 27 keştiyên ku dixwestin dorpêça li ser benderên Îranê bişkînin rawestandine û tekez kir ku dê li hemberî binpêkeran hêza leşkerî bê bikaranîn.

Di daxuyaniya îro ya CENTCOMê de hat diyarkirin ku operasyonên wan ên li Tengava Hurmizê û derdora wê bi biryardarî didomin.

Gefa 'bikaranîna hêzê'

Di daxuyaniya fermî ya CENTCOMê de hat ragihandin ku herî dawî rê li ber ketina keştiyeke bazirganiyê hatiye girtin ku ji nav benderên Îranê derketiye.

Ji 13ê Nîsanê ve ku dorpêç dest pê kiriye, bi giştî ketina 27 keştiyan a nav benderên Îranê yan jî derketina wan a ji van benderan ber bi Tengava Hurmizê ve hatiye rawestandin.

Fermana Trump û asêbûna dîplomatîk

Ev dorpêça deryayî 13ê Nîsanê bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump hatibû destpêkirin.

Rayedarên Amerîkayê destnîşan dikin ku tevî agirbesta 2 hefteyî ya ku 8ê Nîsanê hatiye ragihandin jî Îranê Tengava Hurmizê ji çûn û hatina sivîlan re venekiriye û ev jî sedema sereke ya dorpêçê ye.

Asêbûna dîplomatîk a di vê pêvajoyê de didome.

Aliyê Îranê 17ê Nîsanê ragihandibû ku wan tengav vekiriye lê piştî ku Amerîkayê dorpêça li ser benderan ranekir, Îranê 18ê Nîsanê careke din rêya avî ji çûn û hatinê re girt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst