Tirkiye hêzên taybet dişîne ser sînorê Sûriyê

20-05-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Sûriye Hêzên tyabet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa hikûmeta Tirkiyê hêzên xwe yên taybet li ser sînorê Sûriyê zêde dike.

 

Li gor ajansên nûçeyan, Artêşa Tirkiyê ji duh ve dest bi şandina hêzên xwe yên taybet bo ser sînorê Sûriyê û Rojava û Bakurê Kurdistanê kiriye.

 

Hatiye ragihandin ku ew hêzên nû yên Tikriyê duh yekşemî 19ê Gulanê gihîştine sînorê wîlayeta Hetay ya Tirkiyê, da ku li ser sînorê Sûriyê bêne bicihkirin.

 

Zêdekirina hêzên Tirkiyê di demekê de ye ku şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û grûpên çekdar de li bakurê Hemayê û başûrê Idlibê berdewam in.

 

Li gor hin çavkaniyên ji nav opozisyona Sûriyê, Tirkiyê daxwaz li Rûsyayê kiriye ku hêzên Sûriyê vegerin cihên xwe yên berî êrîşa li ser bakurê Sûriyê.

 

Heman çavkanî aşkere dikin ku Tirkiyê Rûsya agahdar kiriye ku eger hêzên Sûriyê venekişin cihên xwe yên berê, Tirkiye dê çekê pêşkevtî radestî grûpên çekdar bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst