Mesûd Pizîşkiyan: Eger erişên Îsraîlê nesekinin, em dê bersiveke tundtir bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan eşkere kir ku eger êrişên Îsraîlê nesekinin ew dê bersiveke tundtir bidin Îsraîlê.

Mesûd Pizîşkiyan diyar kir ku tekane rêya bidawîanîna şer, rawestandina bê merc a erişên Îsraîlê ye.

Mesûd Pizişkiyan li ser hesabê xwe yê Xê postek belav kir û got, "Em her dem li pey aştiyê bûne lê di rewşa niha de tekane rêya bidawîanîna şerê sepandî, rawestandina bê merc a destdirêjiyên dijmin û garantîkirina bidawîanîna hertimî ya serkêşiyên Îsraîlê ye."

Mesûd Pizişkiyan hişyarî da ku eger erişên Îsraîlê yên li ser welatê wî nesekinin, bersivdana wan a ji bo dijmin dê dijwartir û poşmanker be.

Gotinên Serokkomarê Îranê di demekê de ne ku ji 13ê Hezîranê ve, Tehran û Tel Evîv bê navber erişî hev dikin û îhtîmala daxilbûna Amerîkayê ya nava vî şerî heye.

Biryar e îro wezîrên karên derve yên Brîtanya, Fransa û Almanyayê, her wiha Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê li bajarê Cenevreyê Swîsreyê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Ebas Ereqçî re bicivin.

Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy got, "Niha derfetek heye ji bo bidawîanîna qeyrana berfirehbûyî ya Rojhilata Navîn.”