Hewlêr (Rûdaw) - Birêveberiya Polîsê Hemedanê diyar kir ku ji destpêka şerê Îran û Îsraîlê 30 kes li parêzgehê bi tohmeta sîxuriyê ji bo Mossadê hatine desteserkirin.
Birêveberiya Polîsê Hemedanê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku ew 30 kes bi tohmeta sîxuriyê ji bo Mossadê û alîgiriya Îsraîlê hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniyê, 14 kes ji desteserkiriyan bi belavkirina postan li ser torên civakî hewl dane raya giştî têk bidin hinek ji wan jî bi awayekî bi guman li derdora cihên leşkerî geriyane.
Polîsê parêzgehê her wiha da zanîn ku hinek ji tohmetbaran hewl dane aloziyan derxînin û cihên giştî bi qestî bişewitînin.
Li gorî Rêveberiya Polîsê Îranê û Wezareta Îtleatê, ji destpêka şerê Îran û Îsraîlê ve, herî kêm li bajarên Tehran, Zencan, Kirmaşan, Loristan, Hemedan, Beharistan, Kerec û gelek cihên din, torên sîxuriyê hatine desteserkirin.
Li gorî Rêveberiya Polîsê Îranê hejmareke zêde ya teqemenî û dronan ku bi mebesta "tirsandina" xelkê û karên "xerabkarane" hatine bikaranîn jî hatine desteserkirin.
Şerê navbera Îran û Îsraîlê ji berbanga 13ê Hezîranê bi dijwarî berdewam dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse