Supaya Pasdaran: Me dest bi êrişeke nû kir

Hewlêr (Rûdaw) – Supaya Padaran a Îranê eşkere kir ku wan li dijî Îsraîlê dest bi êrişeke nû ya mûşekî kirine û mûşekên wan di rê de ne.

Di êrişan de bajarê Heyfayê û herêma Dan li bakurê Îsraîlê û herêmeke başûr hatin armanckirin.

Dezgeha Alîkariya Lezgîn a Neteweyî ya Îsraîlê ya ku wek (MDA) tê naskirin, ragihand ku ji ber êrişan 17 kes birîndar bûne û birîna 3 kesan ji wan giran e.

Heman dezgehê da zanîn ku yek ji birîndaran welatiyekî 16 salî ye û birîna wî giran e; birîndarekî din jî zilamekî 54 salî ye.

Medyaya Îsraîlê dibêje, 20 mûşek ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin û 8 mûşek ji wan hatine xistin.

Supayê Pasdaran ragihand ku di rêza 17an a êrişên operasyona bi navê "Soza Rast 3" de, mûşekên balîstîk û çekên giran hatine bikaranîn.

Rêveberiya Agirkujî û Rizgarkirinê ya Îsraîlê jî ragihand, wan tîmên xwe şandine heft cihên li başûrê Îsraîlê ku ji ber êrişa dawî ya Îranê ziyan dîtibûn.

Bajarê Bîrşevayê yê li başûrê Îsraîlê ev çend car in tê bombebarankirin. Doh jî êriş li Nexweşxaneya Soroka yê vî bajarî hatibû kirin.

Li gorî wan wêne û vîdeoyên ku di medyaya Îranê de hatine belavkirin, mûşekan li Heyfayê parastina asmanî derbas kirine û zere çêbûye.

Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî, ji ser hesabê xwe yê Xê got, "Dijminê Siyonîst dê bê cezakirin; va ye niha tol dê standin.

Rejîma Siyonîst şaşiyeke mezin kir, şaşiyeke mezin, şaşiyeke mezin û encamên wê, bi îzna Xwedê, dê wê xemgîn bike."

Li aliyê din, Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê zanyariyên nû derbarê birîndarên êrişên Îranê yên şeva borî de belav kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê 54 kes birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Her wiha wezaretê diyar kir ku heta niha di encama êrişên Îranê de 2,517 kes birîndar bûne.

Hev dem, Wezareta Tenduristiyê ya Îranê pêştir ragihandibû ku di encama êrişên Îsraîlê de 2,800 kes birîndar bûne.

Balafirên şer ên Îsraîlê berbanga îro li parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê tesîsek û li Ehwazê jî çend navendên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.Medyaya Îranê diyar kiriye ku sîstema dijî-moşekî hatiye çalakirin û hewl tê dayîn ku êriş bên têkbirin.

Şerê navbera Îran û Îsraîlê ji berbanga 13ê Hezîranê bi dijwarî berdewam dike.