Di ser şerê Îran û Îsraîlê re hefteyek derbas bû: Nîşaneya agirbestê nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Şerê ku di 13ê Hezîranê de bi êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê dest pê kir, hefteyek li pey xwe hişt hêj ti nîşaneya agirbestê ku dawî li şer bîne di asoyê de xuya nake.

Ya ku li asoyê her du welatan xwiya dike mûşek û balafirên şer in û her wiha ya li ser erdê her du welatan jî tên dîtin kavil û bermahiyên şer in.

Gotinên li ser wê yekê ku gelo Amerîka dê tevlî şer bibe yan na didomin û metirsiya dirêjbûna şer û bûyerên ku ji destpêka şer ve qewimîne, wekî dosyeyekê berhev kir.

Wezîrê Parastinê Îsraîlê Yisrael Katz berbanga 13ê Hezîranê ragihand ku wan dest bi êrişa li ser Îranê kiriye û li seranserê welêt rewşa awarte hatiye ragihandin.

Heman rojê Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ji bo lêdana bernameya atomî ya Îranê, wan dest bi êrişa bersivdaneke hûr û hevgirtî kiriye.

Televîzyona fermî ya Îranê jî ragihand ku di êrişên Îsraîlê de Santrala Atomî ya Natanzê hatiye armanckirin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio diyar kir ku Îsraîlê li dijî Îranê bi awayekî yekalî êriş kiriye û welatê wî beşdarî êrişan nebûye.

Fermandarên payebilind ên Îranê di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê îdia kir ku piraniya rêberên payebilind ên Hêzên Hewayî yên Supaya Pasdaran a Îranê, dema ku di navenda xwe de di civînê de bûn hatine armanckirin.

Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê de Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê Huseyîn Selamî canê xwe ji dest daye.

Di êrişan de ne tenê leşker, xelkê sivîl jî hatin armanckirin. Di êrişên Îsraîlê de yên li ser bajarên cuda yên Îranê, zanyarên atomî Ebdulhemîd Menûçehr, Ehmed Riza Zulfîqarî, Emîr Huseyîn Fiqhî, Ekber Motalibzade, Mihemed Mehdî Tehranîçî û Ferîdûn Ebasî hatin kuştin.

Televîzyona fermî ya Îranê Seda û Sîmayê ragihand ku Îsraîlê li Tehranê li herêmên sivîlan jî daye.

Elî Xamineyî: Em dê bersiveke tund bidin

Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî, da zanîn ku di êrişên Îsraîlê de hinek fermandar û zanyarên Îranî hatine kuştin û ragihand ku ew dê bersiveke tund bidin Îsraîlê.

Televîzyona fermî ya Îranê ragihandibû ku Serokerkanê Îranê Mihemed Baqirî jî di êrişên Îsraîlê de hatiye kuştin.

Kompanyayên rêyên hewayî, piştî êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê geştên xwe yên bo ji herêmê betal kirin.

Îranê bi 100 dronan dest bi êrişa tolhildanê kir

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku Îranê piştî êrişan, ji bo tolhildanê zêdetirî 100 dronan êrişî Îsraîlê kirine.

Îranê ragihand ku êrişên Îsraîlê bêyî koordîne û destûra Amerîkayê pêk nayên û ji ber vê yekê Amerîka ji êrişan berpirsyar e û ew dê mûşekên tolhildanê biavêjin baregehên Amerîkayê yên li herêmê.

Îsraîlê êrişî gelek bajaran kir, bi taybetî Tehran, Îsfehan, Tebrîz, Loristan, Xûzistan, Hemedan û Qum, Kirmaşan, Ehwaz, Gurgan.

Bajarên Îsraîlê yên wekî Tel Evîv, Bîrşeba û Heyfayê jî ji aliyê mûşekên Îranê ve tên armanckirin.

Îsraîlê bi berdewamî êrişî santralên atomî kir

Ajansa nîvfermî ya Farsê ya Îranê ragihand ku li Îranê ku êrişên Îsraîlê berdewam dikin û bi taybetî êriş li ser Santrala Atomî ya Fordoyê hene.

Îsraîlê jî ragihand ku êrişên tolhildanê yên Îranê gihiştine armancên xwe. Yek ji mûşekên ku Îranê wekî tolhildan avêtibû Îsraîlê, li nêzîkî Wezareta Parastinê ya li Tel Evîvê ket.

Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya Îranê, di êrişên Îsraîlê de 3 zanayên dinî yên bi navê Elî Bekayî Kerîmî, Mensûr Asgerî û Seîd Borcî hatine kuştin.

Hejmara zanyarên Îranî ku di êrişan de hatine kuştin gihîtiye 9 kesan.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi şev nêzîkî 40 xal li paytexta Îranê Tehranê hatine bombebarankirin.

Artêşê, êvara 14ê Hezîranê diyar ku ku qedexeyên rewşa awarte ya ku ji ber êrişên li ser Îranê û êrişên mûşekî yên Îranê hatibû ragihandin hatiye dirêjkirin.

Êrişên dualî zêde bûn û berdewam kirin

Îranê li dijî Îsraîlê êrişeke nû da destpêkirin û Rêberê Îranê Elî Xamineyî di dema ku êrişên mûşekên balîstîk li ser Îsraîlê ji nû ve destpê kirin ji ser hesabê xwe yê Xê peyama "Hûn dê bêçare bimînin" parve kir.

Artêşa Îsraîlê jî danê sibeha 15ê Hezîranê Balafirgeha Leşkerî ya Kerecê û termînala leşkerî ya Balafirgeha Meşhedê kirin armanc.

Li nêzîkî Balafirgeha Mehrabadê ya li paytexta Îranê Tehranê teqîn çêbûn û Artêşa Îsraîlê ragihand ku 20 firokeyên bêfirokevan ên ku ji Îranê hatibûn avêtin hatine xistin.

Di maweyê hefteyekê de fermandarên payebilind ên Îranê berdewam bûn armanên êrişên Îsraîlê.

Rêveberiya Îranê ragihand ku di êrişa Îsraîlê de ku Fermandarê Hêzên Hewayî û Fezayê yê Supaya Pasdaran a Îranê Emîr Elî Hacîzade hat kuştin, 8 generalên jî di êrişên berdewam de hatin kuştin.

Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Îsraîlê Itamar Ben-Gvir jî eşkere kir ku  dê êrişên artêşa Îsraîlê li ser navendên bernameya atomî ya Îranê ranewestin.

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku di êrişên xwe yên şevê de herî kêm 80 û di êrişên 3 rojan de 170 hedef li Îranê hatine lêdan.

Li Îranê hemû saziyên perwerdehiyê heta daxuyaniyeke din hatine betalkirin û li Îsraîlê jî rewşa awarte û qedexeyê heta 30ê Hezîranê hat dirêjkirin.

Li Îranê di 3 rojan de 128 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Tehran û bajarên din, 128 kes hatine kuştin û 900 kes jî birîndar bûne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îdia kir ku Îran lawaz bûye û guhertina rejîmê mimkun e.

Mûşekên ku Îranê avêtin Îsraîlê, li bajarê Heyfa û başûrê Îsraîlê ketin. Îranê di 16ê Hezîranê de bi mûşekan êrişeke nû ya tolhildanê li dijî Îsraîlê da destpêkirin.

Hat ragihandin ku ji ber mûşekan, li bajarê Herzliya yê nêzîkî Tel Evîvê ziyaneke zêde çêbûye.

Li aliyê din di êrişa Îsraîlê ya li Tehranê de Serokê Saziya Îstixbarata Supaya Pasdaran a Îranê Mihemed Kazimî û 2 generalên din hatin kuştin.

Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrtiya Îsraîlê, derbarê rewşa tolhildanên Îranê yên ji 13ê Hezîranê ve agahî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji roja yekem a şer ve, Îranê 370 mûşekên balîstîk avêtine Îsraîlê û li 30 xalan isabet çêbûye.

Îsraîlê di weşana zindî avahiya televîzyona Îranê bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê ku ji roja înê ve bi mûşek û firokeyên bêfirokevan êrişî herêmên cuda yên Îranê dike, gef li welatiyên herêmekê li Tehranê xwar ku derhal wê herêmê vala bikin.

Îsraîlê, piştî ku ragihand dê êrişî herêmên sivîlan ên li Îranê bike, li avahiya televîzyona dewleta Îranê da.

Saziya Radyo û Televîzyonê ya Îranê (IRIB) di daxuyaniyekê de ragihand ku avahiya wan a li paytext Tehranê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye armanckirin.

Êriş di dema bernameyeke ku li televîzyona dewletê bi zindî dihat weşandin de pêk hat.

Li Tehranê herêma Balafirgeha Mehrabadê û li Tebrîzê tesîseke leşkerî hatin bombebarankirin.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan diyar kir ku ew naxwazin şer gur bibe lê ew dê bi heman awayî bersiva êrişên Îsraîlê bidin.

21 welatên Ereb û Îslamî jî êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê şermezar kirin û banga aramkirina herêmê kirin.

Hat ragihandin ku di êrişên tolhildanê yên Îranê de, li Îsraîlê 24 avahiyan zereke mezin dîtine û 2 hezar û 775 welatî jî ji herêmên hatine tehliyekirin.

"Dê dawiya te wekî ya Sedam be"

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz, 17ê Hezîranê Elî Xamineyî tehdîd kir û got, "Dê dawiya te wekî ya serokê hilweşandî yê Îraqê Sedam Husên be."

Serokê Amerîkayê Donald Trump, derbarê pevçûna ku bi êrişên Îsraîlê li ser Îranê destpê kir de, got, "Êdî kontrola me ya tam û bêkêmasî li ser asmanê Îranê heye."

Xamineyî jî diyar kir ku ew dê berdewam bin li ser bersivdana êrişên Îsraîlê û ti carî dan û standinê bi wan re nakin.

Di demekê de ku êrişên dualî di navbera Îsraîl û Îranê de berdewam dikin, Îsraîlê 18ê Hezîranê êrişî Zanîngeha Îmam Huseyîn a li bakurê rojhilatê Tehranê kir.

Berdevkê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê Behruz Kemalvendî ragihand ku piştî êrişa Îsraîlê ya li ser Santrala Atomî ya Fordoyê li bajarê Qumê, di santralê de zerereke biçûk çêbûye lê pîsbûna atomî çênebûye.

Kemalvendî eşkere kir ku piştî êrişa li ser Santrala Atomî ya Natanzê ya li bajarê Îsfehanê, di nav santralê de pîsbûna atomî çêbûye lê ev pîsbûn li derveyî santralê belav nebûye.

Îsraîlê li Îranê li zêdetirî 1,100 hedefan da

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Effie Defrin diyar kir ku wan ji 13ê Hezîranê ve di bi sedan êrişên hewayî de li Îranê li zêdetirî 1,100 hedefan dane.

Îranê ragihand ku di êrişan de hinek fermandarên payebilind û 9 zanayên atomî hatine kuştin û hejmara giştî ya qurbaniyên sivîl jî bûye 224 kes.

Li aliyê din di êrişên artêşa Îranê yên li ser Îsraîlê de 24 kes hatine kuştin û zêdetirî 500 kes jî birîndar bûne.

Îro 20ê Hezîranê artêşa Îsraîlê êrişên xwe li ser Tehranê dubare kir.

Her wiha hat ragihandin ku Îranê jî 20 mûşekên avêtin Îsraîlê û beşek ji wan mûşekan li Heyfayê ketin û zerereke zêde gihandine bajêr.

Hat diyarkirin ku di êrişa dawî ya tolhildanê ya Îranê de, li Îsraîlê 44 kes birîndar bûne û rewşa 3 kesan ji wan giran in.

Serokerkanê Îranê Ebdulrehîm Mûsevî ku li şûna Mihemed Baqirî hatibû tayînkirin ragihand ku ew dê bêrawestan êrişî Îsraîlê bikin.

Li aliyê din, îro li Cenevreya Swîsreyê Civîna wezîrên karên derve yên Îran, Brîtanya, Fransa û Almanyayê dest pê kir û di civînê de Ewropiyan ji Îranê re got, “Yan vegerin maseya dan û standinan an jî Îsraîl dê hemû tesîsên atomî tune bike.”

Wezîrên karên derve yên Îran, Almanya, Fransa û Brîtanyayê şerê Îran û Îsraîlê û destpkirina dan û standina bernameya atomî ya Îranê gotûbêjan bi Ebas Eraqçî re gotûbêj dikin.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno li Cenevreyê ye û da zanîn ku Ewropiyan ji Îraniyan re diyar kiriye ku yan vegerin maseya dan û standinan an jî Îsraîl dê hemû tesîsên atomî tune bike.