Îsraîl dixwaze Xeze were valakirin: Amadehiya operasyoneke nû tê kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ferman da Filistîniyan ku navenda Xezeyê vala bikin û hişyarî da, ew dê li herêmeke ku “berê operasyon lê nehatiye kirin” li dijî Hemasê dest bi operasyoneke nû bikin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di daxuyaniyekê de ragihand ku divê şênî û koçberên li herêma Deir El Balahê demildest ji herêmê derkevin.
Adraee da zanîn ku “Îsraîl çalakiyên xwe berfireh dike” û ji Filistîniyan dixwaze ku “ji bo ewlehiya xwe, berê xwe bidin başûr û herêma Mewasiyê ya li berava Deryaya Spî”.
Piraniya xelkê Xezeyê ku hejmara wan zêdetirî 2 milyon kesî ye, di dema şer de herî kêm carekê koçber bûne û fermanên valakirinê yên Îsraîlê heta niha beşeke mezin a Xezeyê li xwe girtiye.
Malbatên dîlên ku ji êrişa 7ê Cotmeha 2023yan ve li Xezeyê girtî ne, dilgiraniya xwe anî ziman ku berfirehkirina êrişan dê zererê bide ezîzên wan.
Wan ji rayedarên Îsraîlê xwest ku “bilez ji welatî û malbatan re eşkere bikin ka plana şer çi ye û dê çawa dîlan biparêzin”.
Ji 251 dîlên di destê Hemasê de 49 kes li Xezeyê ne û artêşa Îsraîlê ragihandibû ku 27 kesan ji wan hatine kuştin.
Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Xezeyê ragihand ku di êrişên asmanî yên şeva borî yên Îsraîlê de herî kêm 7 kes li bajarê Xezeyê û başûrê herêmê hatine kuştin.
Her wiha Artêşa Îsraîlê da zanîn ku wan operasyonên xwe yên bejahiyê li herêma Cebaliyayê ya bakurê Xezeyê zêdetir kirine, “bi dehan terorîst” kuştine û “bi sedan binesaziyên terorê” rûxandine ku di nava wan de tuneleke 2,7 kîlometre dirêj jî heye.
Di êrişa Hemasê ya sala 2023yan de hezar û 219 kes hatibûn kuştin.
Li hemberî vê, di êrişên Îsraîlê de herî kêm 58 hezar û 765 Filistînî hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in.