Hakan Fîdan bi Şeybanî û Barrack re axivî
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi rêya telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack re axivî.
Li gorî agahiyên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê, Fîdan di pêwendiyên xwe yên telefonî yên cuda yên bi Şeybanî û Barrack re behsa pêşhatên li Sûriyeyê kir.
Her wiha civînên li Emana paytexta Urdinê yên li ser rewşa Sûriyeyê jî hatin gotûbêjkirin.