Îraq û Libnanê kargeheke qerase ya Captagonê tune kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ragihand ku di çarçoveya operasyoneke îstixbaratî ya hevpar a bi rayedarên Libnanî re, "yek ji kargehên herî mezin ên çêkirina Captagonê yên li Rojhilata Navîn" li rojhilatê Libnanê hatiye têkbirin.

Wezaretê di daxuyaniyeke ku êvara duşemê hat weşandin de diyar kir ku "hevkariyeke nêzîk a ewlehî û îstixbaratî di navbera Birêvebiriya Giştî ya Kar û Barên Narkotîk a Îraqê û Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiya Dewletê ya Libnanê de" bûye sedema "vedîtin û têkbirina yekê ji tesîsên herî mezin ên çêkirina Captagonê.

Li gorî daxuyaniyê ev tesîs li herêma Beqayê ya Libnanê hatiye tunekirin ku beşeke girîng a sînorê Libnan-Sûriyeyê li xwe digire.

Wezaretê ev operasyon wekî "derba herî bihêz a li dijî torên Captagonê li Rojhilata Navîn" bi nav kir û teqez kir ku ev serkeftin bi saya "îstixbarata deqîq a ku ji aliyê ajansên Îraqî ve ji bo hevkarên wan ên Libnanî hatiye pêşkêşkirin" pêk hatiye.

Ev yek nîvê Tîrmeha 2025an bû sedema operasyoneke mezin a artêşa Libnanê de ku di wê demê "dest bi kargehê de hat girtin û rê li ber hilberandin û belavkirina gelek dermanên narkotîk hat girtin."

Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiya Dewletê ya Libnanê di nameyeke fermî ya ku ji Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê re hatibû şandin de pesnê "hevkariya îstixbaratî" ya bi Îraqê re da.

 Birêvebiriya Giştî her wiha diyar kir, "Hêza pêwendiyên di navbera her du welatên me yên bira de nîşan dide û rola pêşeng a Îraqê di têkoşîna li dijî gefên sînorî de -di serî de bela narkotîke ku metirsiyeke cidî li ser ewlehiya civakî ya Ereban çêdike -radixe ber çavan."

Gefa herêmî

Hilberîn û bazirganiya Captagona ku amfetamîneke bihêz e bi dehan salan e li seranserê Rojhilata Navîn cihê dilgiraniyê ye ku di van salên dawî de bûyerên bikaranîn û qaçaxçîtiyê bi awayekî berbiçav zêde bûne.

Sûriye, di dema desthilata Beşar Esed de, bi berfirehî wekî çavkaniya sereke ya hilberandin û belavkirina Captagonê dihat naskirin.

Ev bazirganî ji bo desthilata Esed bûbû amûreke siyasî û aborî û gelek analîstan amaje bi Mahir Esedê birayê Beşar Esed dikir ku wekî kesayetekî sereke li pişt vê pîşesaziyê ye.

Gelek kargeh li deverên li ser sînorê Libnan û Sûriyeyê hatin avakirin, bi taybetî li herêma Beqayê ku erda wê ya dijwar, torên eşîrî yên kevnar û kontrola lawaz a dewletê, herêm veguherandiye navendeke qaçaxçîtiyê.

Ev dever qaçaxçîtiya kelûpel, sotemenî, çek, mirovan û bi taybetî narkotîkên wekî Captagonê hêsan dike.

Sînorê ku ne zelal e û bi hêsanî tê derbaskirin li gel pêwendiyên kûr ên malbatî û aborî yên di navbera civakên sînorî de, bazirganiya neqanûnî ya narkotîkê hîn zêdetir dike.

Her wiha hebûna aktorên bihêz ên nedewletî -ku di serî de tevgera Hizbullahê ye- hewldanên bicihanîna yasayan aloz dike.

Hizbulah bi rêyên xwe yên dabînkirinê û binesaziya lojîstîk demeke dirêj e bi hêsankirina qaçaxçîtiya narkotîkê yan jî çavlibergirtina wê tê tometbarkirin ku ev yek hewlên hêzên ewlehiyê yên Libnan û Sûriyeyê têk dibe.

Çavdêr di wê baweriyê de ne ku rûxandina Esed a li Sûriyeyê û lawazbûna bandora Hizbulahê ya li Libnanê dikare şert û mercan biafirîne ji bo têkoşîneke berfirehtir a li dijî bazirganiya Captagonê û çalakiyên din ên neqanûnî yên sînorî.

Şerê Bexdayê yê li dijî madeyên hişbir

Rayedarên Îraqê mehên dawî şerê xwe yê li dijî bazirganiya narkotîkê tundtir kiriye.

Welatê ku berê piranî wekî rêyeke transît dihat bikaranîn her ku diçe dibe cihê mebestê ji bo narkotîkan û ev yek di nav rayedar û gel de bûye sedema nîgeraniyê.

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê destpêka meha Nîsanê ragihand ku wan hewldaneke qaçaxçîtiya 400,000 hebên Captagonê pûç kiriye ku dê ji Sûriyeyê di ser Çemê Feratê re ber bi axa Îraqê ve bihata veguhastin.

Li gorî daxuyaniyê, narkotîk ji parêzgeha Dêrezorê ya li rojhilatê Sûriyeyê dihatin birin.

Wezaretê nîvê meha adarê ragihandibû ku kamyoneke tijî bi qasî 1,100 kîlogram hebên Captagon hatiye girtin ku ji Sûriyeyê bi rêya Tirkiyeyê ber bi Îraqê ve diçû.

Heman mehê, birêvebiriya kontrola narkotîkê ya Îraqê ragihand ku Bexdayê ji destpêka sala 2025an ve dest daniye ser nêzîkî 1,75 ton madeyên qedexe û di vê pêvajoyê de 2,000 kes girtine.

Birêvebiriya narkotîkê Kanûna Pêşîn a 2024an eşkere kir ku wê salê bi giştî 6 ton û 183 kîlogram madeyên hişbir ên qedexe û 14,483 gumanbar hatine girtin.

Ji van, 144 kes ji ber qaçaxçîtiya navneteweyî ya narkotîkê bi cezayê îdamê hatine mehkûmkirin û 454 firoşkarên herêmî jî bi cezayê heta hetayê -20 sal e- hatine mehkûmkirin.

Serokê Şaneya Medyaya Ewlehiyê ya Îraqê Lîwa Sed Mean meha Sibatê ji Rûdawê re gotibû ku bazirganiya narkotîkê li Îraqê "sûcê herî berbelav" e û teqez kiribû ku hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi hev re û li gel cîranên herêmî dixebitin.

Li gorî Mean, "Narkotîkan hema hema bi tenê ji derve tînin Îraqê” û li nav welêt "hewldanên têkçûyî" yên ji bo çêkirina metamfetamîna krîstal û Captagonê hene ku cureyên herî zêde tên bikaranîn ew in.