Rewangeha Mafên Mirovan hejmara qurbaniyên Îranê yên li Sûriyê eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) – Êrişên Îsraîlê yên ser pêgehên leşkerî yên li Sûriyê berdewam in, encamên wan bombebaran û mûşekbaranan jî cihê matmayînê ye ku dibêjin tenê di nav du mehan de 113 çekdarên ser bi Îranê li Sûriyê hatine kuştin û ji Nîsana îsalê ve jî 28 leşkerên Sûrî di encamên êrişên Îsraîlê de hatine kuştin.
Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê diyar dike ku di nav du mehên derbasbûyî de 113 milîsên ser bi Îranê li Sûriyê hatine kuştin. Îsraîl her yek ji binkeyên serbazî yên Neyrab li nêzîkî Helebê û firokexaneya serbazî ya Meze ya li rojavayê Şamê û çendîn deverên din ên weke Quneytire bi awayekî berdewam kirine armanc.
Binkeya serbazî ya Dabe ya li parêzgeha Himsê û binkeya serbazî ya T4 û Firokexaneya Navdewletî ya Helebê li Hema jî ji bombebaran û mûşekên Îsraîlê bêpar nebûn.
Serkirdeyên opozîsyona Sûriyê dibêjin ku di nav du mehan de Îsraîlê êriş kiriye ser depoyeke çekan li nêzîkî Şamê, Sûriye jî dibêje ku çend mûşek hatine têkbirin. Roja duşemê Îsraîlê bi çar firokeyên F16 êriş kir ser Laziqiye û du kesan canê xwe ji dest dan û 8 kes birîndar bûn.
Ji destpêka şerê Sûriyê ve, 8 hezar û 4 çekdar ku xelkê Sûriyê nebûn di şer de hatine kuştin. Tê gotin ku piraniya wan çekdarên Şîe bûn û bi daxwaza Îranê tevdigeriyan. Herwiha tê gotin ku hezar û 665 çekdarên ser bi Hîzbullah jî hatine kuştin.
Îsraîlê ragihandiye ku li her cihekî Sûriyê eger binkeyên Îraniyan bibînin, dê bombebaran bikin. Îran jî li şûna vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê, yan jî pêngavên aramkirina rewşê, bi awayekî berdewam dirûşmên mirinê bo Amerîka û Îsraîlê dibêje.