Hikûmeta li Xezeyê: Îsraîlê piştî agirbestê 97 Filistînî kuştine

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta li Xezeyê ragihand ku artêşa Îsraîlê ji biryara agirbestê ya ku 10ê Çiriya Pêşîn hatibû ragihandin û vir ve 80 binpêkirin pêk anîne û di van êrişan de 97 Filistînî mirine û herî kêm 230 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Nivîsgeha Medyayê ya Hikûmeta li Xezeyê ve hat weşandin de hat diyarkirin ku Îsraîlê bi van binpêkirinan "rêzikên hiqûqa mirovî ya navneteweyî bi eşkereyî bin pê kirine.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku binpêkirinên wekî “gulebarankirina rasterast û desteserkirina sivîlan, êrişên bi dronan û bombebaran” hatine kirin û hat diyarkirin ku binpêkirin li hemû parêzgehên Xezeyê hatine tesbîtkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji roja ku agirbest ketiye meriyetê û vir ve 97 kes di êrişên Îsraîlê de mirine û zêdetirî 230 kesî jî birîndar bûne.

Hikûmeta li Xezeyê artêşa Îsraîlê ji binpêkirinan bi temamî berpirsyar dît û bangî Neteweyên Yekbûyî û aliyên garantor ên agirbestê kir ku ji bo rawestandina êrişan demildest midaxele bikin.