Navendeke lêkolînan: Eger Amerîka vekişe dê Sûriye bibe wekî Lîbyayê
Hewlêr (Rûdaw) - Navendeke lêkolînê ya Amerîkî hişyarî da rêveberiya Trump ku eger hêzên Amerîkayê bêyî stratejiyeke zelal û di demeke ne guncav de ji Sûriyeyê vekişin, dê Sûriye jî wekî Lîbyayê lê were û şerê wekaletê û komên tundrew vegerin qadê.
Lêkolerê Atlantic Councilê Kurt Davis di analîza xwe de hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya li Sûriyeyê li ser ezmûna Lîbyayê nirxand.
Kurt Davis diyar kir ku Sûriye hîn nebûye Lîbya lê vekişîneke di demeke şaş de dikare welêt ber bi parçebûnekê ve bibe.
Davis bal kişand ser vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji baregeha Tenefê ya Sûriyeyê û diyar kir ku ev pêngav nîşaneya xwesteka Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna tam a ji Sûriyeyê ye û hişyarî da:
"Tenê ji ber ku em ji şeran westiyane, nayê wê wateyê ku divê şer bi dawî bibin."
Sûriye û Lîbya, cudahî û rîskên hevpar
Li gorî Davis, Sûriye hîn nebûye Lîbya çimkî saziyên Sûriyeyê dixebitin û xelkê wê hînî otorîteya navendî bûye lê li Lîbyayê piştî Qedafî her tişt hilweşiya.
Lê lêkoler diyar dike ku ev "navenda îdarî" (ku mebest jê saziyên heyî yên hikûmeta Sûriyeyê ne) tenê demê dide welêt û aramiyê garantî nake.
Davis ev hişyarî da:
“Eger beriya Amerîka vekişe hêzên cuda di bin banê artêşeke neteweyî ya yekgirtî de neyên birêxistinkirin, dê Sûriye jî bikeve rewşa Lîbyayê û mîlîs dê bibin xwedî desthilata herêmî û bac û xeracê ji xelkê bistînin.”
DAIŞ qels e lê xelas nebûye
Nivîskar li ser metirsiya DAIŞê jî amaje bi wê yekê kir ku têkçûna xîlafeta DAIŞê ya sala 2019an nayê wateya dawiya rêxistinê.
Bi gotina wî berevajî vê yekê, DAIŞ niha bi şêweyê şaneyên razayî û yekîneyên gerok tevdigere û sûdê ji valahiya ewlehiyê dibîne.
Davis dibêje, "Lîbyayê derseke girîng da me, ne hewce ye komên tundrew li her derê bin, ji bo ku bibin gef tenê pêdiviya wan bi cihekî heye.
Her wiha diyar dike ku ne hewce ye DAIŞ li Sûriyeyê careke din Reqayê kontrol bike, ji bo ku derkeve holê tenê pêdiviya wê bi dem û valahiya ewlehiyê heye.”
Amerîka û polîtîkaya pêşî Amerîka
Di makaleyê de yek ji mijarên sereke jî "westiyana ji şerên bêdawî" ya raya giştî ya Amerîkayê ye.
Li gorî rapirsiya Saziya Ipsosê ya Kanûna Pêşîn a 2024an, tenê ji sedî 41ê Amerîkiyan dixwazin leşker li Sûriyeyê bimînin û ji sedî 50 jî difikirin ku pirsgirêka Sûriyeyê "ne eleqedarî Amerîkayê ye."
Davis dibêje vekişîneke ku ne li gorî rewşa qadê lê li gorî "westiyana siyasî" be dê Sûriyeyê bibe ber bi kendalekî ve, wekî Lîbyaya ku beriya saziyên neteweyî bi cih bibin midaxeleya navneteweyî bi dawî bû.
Rola welatên herêmê û Ewropayê
Lêkoler welatên herêmê rexne dike û diyar dike ku van welatan li şûna ku alîkariya avakirina dewleteke yekgirtî li Lîbyayê bikin, piştgirî dane aliyên şerker û welat kirine qada şerê xwe.
Tê diyarkirin ku eger welatên Kendavê, Tirkiye û Îsraîl tenê li dû berjewendiyên xwe bin heman xetere ji bo Sûriyeyê jî heye.
Davis derbarê Ewropayê jî difikire ku Ewropiyan hemû bala xwe daye Ukraynayê û kapasîteya wan nîne ku roleke bibandor li Sûriyeyê bilîzin, ev jî dibe sedema valahiyeke mezin.
Encam: Vekişîn demê dixwaze
Kurt Davis di dawiya makaleyê de tekez dike ku nehiştina "Lîbyabûna" Sûriyeyê nayê wateya ku Amerîka heta hetayê li wir bimîne lê divê vekişîn bi "rêza rast" were kirin.
Yanî beriya vekişînê divê hêzên ewlehiyê bibin yek, berpirsyariya têkoşîna bi terorê re radestî saziyên meşrû were kirin û welatên herêmê li ser parastina aramiyê li hev bikin.
Davis destnîşan dike ku Sûriye ne dozeke windakirî ye û di sala dawî de dîplomasî, nîqaşên jinûveavakirinê û kêmkirina tundiyê geşedanên bi hêvî bûn.
Bi gotina wî ezmûna Lîbyayê nîşan dide ku destkeftiyên nazik dema zexta derve zû rabe, zû winda dibin.
Davis dibêje, "Sûriye ne windakirî ye, dosyayeke bimec e û pirsê bi vî rengî dihêle.
Gelo dê Amerîka derseke ji dîroka nêzîk derxe, yan dê heman xeletiyê di bin navekî din de ducare bike?
Dersa ku ji Lîbyayê hatiye girtin ne ew e ku Rojava pir zêde ma, ew e ku beriya berpirsyarî bi temamî were radestkirin welat terikandin."