Hêviya Serokwezîrê Îsraîlê bo xelkê Îranê: Guhertina rejîmê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê bi boneya Newrozê peyamek ji xelkê Îranê re şand û hêviya xwe derbirî ku rejîma Îranê biguhere.
Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett bi boneya Newrozê peyamek arasteyî xelkê Îranê kir, jibilî pêşkêşkirina pîrozbahiyên xwe ji bo gelê Îranê bi boneya Newrozê, hêviya xwe derbirî ku rejîma Îranê bê guhertin.
Serokwezîrê Îsraîlê di peyameke vîdyoyî de ku bi zimanê Îngîlîzî belav kiriye, bibîr xist, Newroz tê wateya Rojeke Nû û mezintirîn hêviya wî jî ji bo xelkê Îranê ew bû ku “rojeke nû bibînin, ew jî roja rizgarbûna ji rejîma tundrew ya Îranê ye.”
I have a special message for the Iranian people on the occasion of #Nowruz: pic.twitter.com/GHMTtwGbqW
— Naftali Bennett בנט (@naftalibennett) March 20, 2022
Naftali Bennett got jî, herdû gelên Îsraîl û Îranê gelek xalên hevbeş hene, herdu bihêz in, dîrokeke wan a kevin û xwedî çandeke dewlemend in û li siberojeke baştir digerin.
Îsraîl li dijî rêkeftina etomî ya li gel Îranê ye ku eger heye di demeke nêzîk de bê îmzekirin.