Ji Serokwezîrê Îsraîlê peyamek bo gelê Kurd
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê, Naftali Bennett bi helkefta Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîrozbahî li gelê Kurd kir û ji gelê Kurd re “hêviya serkeftin, aştî û xweşguzeraniyê” kir.
Naftali Bennett di twîtekê de ragihand, “Cejna Newrozê û sala nû li gelê Kurd pîroz be. Bi hêviya sala nû bi xwe re serkeftin, aştî û xweşguzeraniyê bo tevaya kurdên cîhanê bihîne.”
Di beşeke peyama xwe de, Serokwezîrê Îsraîlê bi zimanê Kurdî jî nivîsiye: “Sersala we pîroz be.”
Îsal jî li her çar parçeyên Kurdistanê, gelê Kurd bi coşeke mezin û bi merasimên cor bi cor pêşwazî li Cejna Newrozê û sala nû ya Kurdî kirin.
21ê Adara her salê Newroz û yekemîn roja sala nû ya Kurdî ye. Li gor teqwîma Kurdî, îsal sala 2722 a Kurdî ye.
Îro weke roja dawî li hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê Cejna Newrozê hat pîrozkirin û fînala Newrozê jî li Amedê ye ku ji berî nîvro ve destpê kiriye û hêj berdewam e.
Serokwezîrê Îsraîlê, Naftali #Bennett bi helkefta Cejna Newrozê bi #Kurdî pîrozbahî li gelê #Kurd kir#Newroz #Newroz2022 pic.twitter.com/fGDT3IUjj0
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 21, 2022