WSJ: Îranê bi mûşekên balîstîk êrişî baregeha Diego Garciayê kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Mûşek Diego Garcia
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporeke rojnameya Wall Street Journalê (WSJ) ya Amerîkayê, Îranê du mûşekên balîstîk ber bi baregeha leşkerî ya Diego Garciayê ve avêtine.

Ew baregeha Amerîka û Brîtanyayê li Okyanûsa Hindê ye.

Ev êriş nîşan dide ku menzîla mûşekên Tehranê digihîje 4 hezar kîlometreyan.

Ev jî gelekî ji wê menzîlê zêdetir e ku Îranê berê eşkere kiribû.

Berpirsên Amerîkayê ji rojnameyê re ragihandiye ku ti mûşek li baregehê neketiye.

Mûşek hatin têkbirin

Yek ji mûşekan di nîvê rêyê de têk çûye û ketiye xwarê.

Ji bo mûşeka duyem jî keştiyeke şer a Amerîkayê mûşekeke parastinê ya ji cureyê SM-3 avêtiye.

Heta niha ne diyar e ka mûşeka parastinê bi serkeftî mûşeka Îranê xistiye yan na.

Ev hewla Îranê nîşan dide ku bernameya mûşekî ya Tehranê dikare bigihîje menzîleke gelekî dûrtir ji wê ya ku bi eşkereyî qebûl dike.

Baregeha Diego Garciayê nêzîkî 4 hezar kîlometreyan ji Îranê dûr e.

 Ev yek wekî hewlekê tê dîtin da ku Îran hêza xwe ya li derveyî Rojhilata Navîn nîşan bide.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê çi gotibû?

Meha borî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihandibû ku welatê wî bi zanebûn menzîla mûşekên xwe bi 2 hezar kîlometreyan sînordar kiriye.

Lê belê nirxandinên serbixwe amaje bi şiyaneke zêdetir dikin.

Rêxistina Îran Watchê ku çavdêriya çekên atomê dike, destnîşan dike ku Îran xwediyê wan mûşekan e ku menzîla wan digihîje 4 hezar kîlometreyan.

Herwiha Navenda Almayê ya Îsraîlê jî pêşbînî kiriye ku menzîla wan nêzîkî 3 hezar kîlometreyan e û hîn di qonaxa bipêşketinê de ne.

Baregeha leşkerî ya Diego Garciayê, dikeve herêma di bin kontrola Brîtanyayê yên li Okyanûsa Hindê de.

Ev der ji bo hêzên Amerîkayê pêgeheke stratejîk a gelekî girîng e.

Ev baregeh mazûvaniya balafirên bombeavêj, keştiyên binavî yên atomê û keştiyên wêranker dike.

Girava Diego Garciayê

  • Kelha stratejîk a Amerîkayê ya li Okyanûsa Hindê ye.
  • Dûriya wê ya ji Îranê nêzîkî 4 hezar kîlometre ye.
  • Dikeve nîveka Okyanûsa Hindê.
  • Nêzîkî hezar û 600 kîlometreyan ji başûrê Hindistanê dûr e.
  • Beşek e ji devera Brîtanyayê yên li Okyanûsa Hindê.
  • Bi peymanê wekî baregeheke leşkerî dane Amerîkayê.
  • Cihê bicîbûna keştiyên mezin ên şer û keştiyên binavî yên atomê ye.
  • Xwedî balafirgehekê ye ku dirêjiya wê 3 kîlometre ye.
  • Li herêmê embara herî mezin a sotemenî û teqemeniyê ya Amerîkayê ye.
  • Xala hevgihîştina Rojhilata Navîn, Başûrê Asyayê û Rojhilatê Afrîkayê ye.
  • Rêyeke ji bo çavdêrîkirina xetên veguhestina enerjiyê û bazirganiya cîhanî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst