Pêla nû ya şer dijwar dibe: Amerîkayê li Îranê da, Îranê êrişî Kendav û Îsraîlê kir

1 demjimêr berê
NASIR PÎROTÎ
Nîşan Îran Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka û Îsraîlê piştî ku êriş çend rojan kêm bûn, roja înê dîsa bi dijwarî dest bi bombebarankirina herêmên cihêreng ên Îranê kir.

Artêşên Amerîka û Îsraîlê destnîşan dikin ku ew dê êrişên xwe bidomînin.

Armanca wan ew e ku şiyana leşkerî ya Komara Îslamî ya Îranê zêdetir lawaz bikin.

Tehran û Kerec

Roja înê li nav Tehranê û derdora wê bi dehan armanc hatin bombebarankirin.

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, armanc zêdetir li rojava, navend û başûrê Tehranê bûn.

Li rojavayê Tehranê êrişî gelek cihan hate kirin.

Ev êriş li taxên Tereşt, Newab, Têhranser û nêzîkî Balafirgeha Mêhrabadê pêk hatin.

Her wiha tax û kolanên Munîriye, Lewasan, Gîşa, Welîesir, Pîrozî, Felestîn, Seydxendan, Debistan û Şerîetiyê jî bûn armanc.

Ew armanca ku li Kolana Filistînê hatiye bombebarankirin, avahiyeke niştecihbûnê ye.

Bi taybetî 4 qatên vê avahiyê hatine armanckirin.

Medyaya fermî ya Îranê belav kir ku di êrişên roja înê yên li Tehranê de çend avahiyên niştecihbûnê, kargêrî û bazirganiyê hatine bombebarankirin.

Di encamê de 3 kes hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku wan roja înê bi du pêlên êrişan li Tehran û derdora wê gelek kargeh, bingehên hilbirîn û embarkirina mûşekan bombebaran kirine.

Di dema bombebaranan de, hêzên Îranê li wan cihan bûne.

Artêş her wiha dibêje, karê dîtin û armanckirina cihên veşartî yên berpirsên bilind ên Îranê didome.

Komeleya leşkerî ya Parçînê û bingehên leşkerî yên li Qerçeka başûrê rojhilatê Tehranê jî careke din bi dijwarî hatin bombebarankirin.

Her wiha li Perdîsê û li ser rêya Tehran-Demawendê dengê gelek teqînên bihêz hat bihîstin.

Lê belê li ser cihên ku hatine bombebarankirin ti zanyariyên piştrastkirî nehatine belavkirin.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) roja înê ragihand ku wan li Kerecê dezgeheke hilbirîna mûşekên bejayî bombebaran kiriye.

Ev dezgeh ji bo montajkirina mûşekên balîstîk dihat bikaranîn.

Li gorî zanyariyan, ew cihê hatiye bombebarankirin li bajarokê pîşesaziyê yê Sîmîndeştê bûye.

Ew der wekî cihekî pîşesaziyê ya Îranê tê hejmartin û bi dehan kargeh û yekeyên pîşesaziyê lê hene.

Di rojên borî de jî çend caran gelek cihên vê herêma pîşesaziyê hatibûn bombebarankirin.

Ji xeynî wê dezgehê, serê sibê û piştî nîvroya înê  li rojava û navenda bajarê Kerecê jî çend cih hatin bombebarankirin.

Zêdebûna êrişan

Berbangê roja înê navenda sereke ya Hêza Asmanî ya Artêşa Îranê ya li bajarê Isfehanê hat bombebarankirin.

Li bajarên Necefabad, Şehreza, Mehelat, Xumeynîşehr û Kaşanê jî bingehên mûşekî û navendên Supaya Pasdaran bûn armanc.

CENTCOMyê ragihand ku wan li Xumeynîşehrê kargeheke berhemanîna dronan bombebaran kiriye.

Heta niha kuştina efserekî payebilind ê Supaya Pasdaran li parêzgeha Isfehanê bi fermî hatiye ragihandin.

Li nav bajar û derdora Kermanê jî 5 cih hatin bombebarankirin.

Yek ji wan cihên ku bombebarankirina wê hatiye piştrastkirin, Navenda Fermandariyê ya Supaya Pasdaran a li parêzgeha Kermanê ye.

Her wiha çend niştecihên Kermanê li ser torên civakî belav kirine ku dengê teqînan li nêzîkî balafirgeha bajar jî hatiye bihîstin.

Li nêzîkî bajarê Erakê jî çend cihên leşkerî hatin bombebarankirin.

Erak navenda parêzgeha Merkezî ye.

Ji destpêka şer ve Amerîka û Îsraîl dibêjin ku ew bi balafir û mûşekan her tim bingeh û armancên ewlehî û leşkerî yên li vî bajarî bombebaran dikin.

Beriya nîvro û piştî nîvroya roja înê 3 cih li bajarê Ahwazê hatin bombebarankirin.

Yek ji wan cihan, leşkergeha Hêza Piyade ya Artêşê ya li wî bajarî bûye.

Li nav û derdora bajarê Simnanê, navenda fermandariyê ya Supaya Pasdaran, bingeheke Besîcan û polîsan û her wiha xaleke kontrolê bûn armanc.

Li bajarê Mehdîşehrê yê parêzgeha Simnanê jî çend cih hatin bombebarankirin.

Ji xeynî wî bajarî bi xwe, armancên din li bajarokên Şehmîrzad û Dercezînê yên ser bi Mehdîşehrê ve bûn.

Ew der bingehên leşkerî ne.

Parêzgarê Simnanê Mihemed Cewad Kolîwend ragihand ku di encama êrişan de 9 kesan canê xwe ji dest da û 26 kes jî birîndar bûn.

Roja înê êrişî baregeheke Supaya Pasdaran a li nêzîkî bajarê Tebrîzê jî hate kirin.

Pêwendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran a Parêzgeha Azerbaycana Rojhilat daxuyaniyek da.

Hat ragihandin ku di encama bombebarankirina xaleke kontrolê ya li navçeya Qeramelkê ya nêzîkî Tebrîzê de, 13 kes ji hêzên wan hatine kuştin û 18 kes jî birîndar bûne.

Piştî nîvroya înê li nêzîkî bajarê Yezdê, bingeha mûşekî ya li pişt Parka Kuhestanê careke din hat bombebarankirin.

Ev bingeh di nav çiyê de hatiye avakirin.

Di rojên borî de jî çend caran hatibû bombebarankirin.

Li gorî wan wêneyên ku hatine belavkirin, piştî bombebaranê dûmaneke zêde ji wî cihî bilind bûye.

Li bajarê Bende Ebasê yê li başûrê Îranê jî bingeheke Hêza Asmanî ya Artêşa Îranê careke din hate bombebarankirin.

CENTCOMyê şeva înê vîdeoyek belav kir.

Navendê ragihand ku wan hêzên deryayî yên Îranê kirine armanc ku "bûne gef li ser Tengava Hurmizê û derdora wê."

Navenda Fermandariyê ya Hêzên Amerîkayê ragihand ku hêzên Amerîkayê bi têkşikandina armancên leşkerî yên di kûrahiya axa Îranê de, lawazkirina şiyana leşkerî ya Îranê didomînin.

Herwiha Koşka Spî da zanîn ku dibe ev şerê li dijî Îranê 4 heta 5 hefteyên din jî bidome da ku ew bigihîjin armancên xwe.

Bandora êrişên Îranê

Ji aliyê din ve êrişên Îranê yên li Îsraîlê didomin.

Îsraîl jî qebûl dike ku ji ber êrişên Îranê jiyan û kar li Îsraîlê rawestiyane.

Her wiha ji serê sibê roja înê ve heta niha Îranê êrişî armancên li 5 welatên Kendavê kiriye.

Roja înê 40 mûşek ber bi Erebistana Siûdiyê ve hatin avêtin.

Her wiha Îmaratê ragihand ku Îranê heta niha hezar û 740 dron, 338 mûşekên balîstîk û 15 mûşekên bejayî ber bi wan ve avêtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst