CENTCOM: Me 130 keştiyên şer ên Îranê têk şikandin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) got "Me 130 keştiyên şer ên Îranê îmha kirin."

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser Operasyona “Xezeba Dastanî” ya li hemberî Îranê daxuyaniyek belav kir.

CENTCOMê ragihand ku di 22 rojên şer de, jikarxistina herî mezin a hêzeke deryayî ya di dîroka hevdem de pêk hatiye û got:

"Niha hêza asmanî û deryayî ya Îranê bi temamî ji kar ketiye."

Fermandarê CENTCOMê Brad Cooper di peyameke vîdeoyî de behsa bipêşketinên dawî yên şerê li dijî Îranê kir.

Cooper ragihand ku hêzên Amerîkayê li gorî planê dixebitin da ku şiyana Îranê ya nîşandana hêza xwe ya li derveyî sînoran ji holê rakin.

Brad Cooper got, du roj berê artêşa Amerîkayê ji bo lêdana binesaziyên leşkerî yên Îranê mûşekên deqîq bi kar anîne.

Cooper her wiha got, "Heta niha pîlotên me zêdetirî heşt hezar geştên şer pêk anîne, ev jî serdestiya me ya tam a li asmanê Îranê îspat dike."

Têkbirina 130 keştiyan û 8 hezar hedefan

Li gorî Fermandarê CENTCOMê, di sê hefteyên borî de zêdetirî heşt hezar hedefên leşkerî hatine lêdan ku 130 keştiyên şer ên Îranê jî di nav de ne.

Cooper got, "Ev ji Şerê Cîhanê yê Duyem û vir ve di nava sê hefteyan de rûxandina herî mezin a hêza deryayî ya welatekî ye."

Wî her wiha got ku niha keştiyên Îranê tevnagerin û balafirên wê yên şer jî nafirin.

Cooper behsa pergala sîstema parastina asmanî ya herî bihêz kir ku wan li herêmê bi cih kiriye û got:

"Hevpeymanên me yên li Kendavê, bi taybetî, bersiva bi hezaran êrişên dronan ên Îranê daye."

Banga Fermandarê CENTCOMê

Wî her wiha got ku wan bi bombeyên pênc hezar paundî, baregeh û stargehên bin erdê yên li beravên Îranê kirine hedef ku ji bo depokirina mûşekên dijkeştî û radaran dihatin bikaranîn, da ku gefa li ser Tengava Hurmizê ji holê rakin.

Di dawiya peyama xwe de, Cooper bangî 50 hezar leşkerên Amerîkî yên beşdarî operasyonê bûne kir û sê rênîşan dan wan:

"Yekem, bi awayekî bêrehm kujer bin. Duyem, bibin hevkarên baş û hay ji hev hebin.

Sêyem, îradeya xwe xurt bikin, ji ber ku hûn li ser milên lehengên mezin ên Amerîkayê rawestiyane."

Şerê Îranê

28ê Sibatê, artêşên Amerîkayê û Îsraîlê êrişî Îranê kiribû û Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv dabû.

Wekî beşek ji bersiva xwe, Îranê êrişî welatên Kendavê jî kiriye.

Ji roja duyem a şer ve, Tehranê Tengava Hurmizê girtiye û hişyarî daye şirketên veguhestinê û welatan ku hewl nedin di wê tengavê re derbas bibin.