Artêşa Îsraîlê: Em li Tehranê li baregehên hikûmetê didin
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê berê sibehê ragihand ku wan bi rêya balafiran êrişî baregehên hikûmeta Îranê yên li Tehranê kiriye.
Ji destpêka şerê hevbeş ê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ku tê de Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî hate kuştin, paytexta Îranê hema bêje her roj bi balafir û mûşekan tê bombebarankirin.
Li aliyê din, Îranê jî bi mûşek û dronan bersivê dide Îsraîlê.
Her wiha Tehran baregehên navendên berjewendiyên Amerîkayê yên li Kendavê û bombebaran dike.
Artêşa Îsraîlê roja şemiyê di daxuyaniyeke kurt a leşkerî de ragihand ku hêzên wan armancên pergala hikûmeta Îranê ya li Tehranê bombebaran dikin.
Ev êriş piştî êrişeke asmanî ya li ser çekdarên Hizbulahê ya li Beyrûta paytexta Libnanê pêk hat.
Heta niha derbarê encamên êrişên li ser Tehranê de ti agahî nehatine belavkirin.
Beriya niha artêşa Îsraîlê ragihandibû ku di nava 6 saetan de Îranê herî kêm sê caran mûşek avêtine Îsraîlê.