RAPOR - Tîma Trump ji bo dan û standinên bi Îranê re amadehiyan dike

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Îsraîl Tehran Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyên Amerîkayî ji malpera Axiosê re ragihand ku piştî sê heftiyên şer, îdareya Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser qonaxa bê û şêwazê dan û standinên aştiyê yên bi Îranê re dest bi amadehiyên destpêkê kiriye.

Çavkanî amaje bi wê yekê dikin ku zavayê Trump Jared Kushner û Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn Steve Wittkoff tevlî amadehiyên bingehên dîplomasiyê yên ji bo bidawîkirina vî şerî bûne.

Li gorî zanyariyên berpirsekî Amerîkayî, her çi qas Trump roja înê gotiye ku ew li ser "kêmkirina" şer difikirin lê berpirsên Washingtonê hîn jî li bendê ne ku şer du-sê heftiyên din bidome.

Li gorî çavkaniyan, her rêkeftina ji bo bidawîkirina şer divê vekirina Tengava Hurmizê, çarenivîsa uranyûma meyandî û rêkeftineke demdirêj a li ser bernameya atomî, mûşekî û wekîlên Îranê yên li herêmê li xwe bigire.

Tevî ku peywendiyeke rasterast di navbera Tehran û Washingtonê de nînîn, Misir, Qeter û Brîtanya peyaman di navbera her du aliyan de vediguhêzin.

Tehranê ragihandiye ku ew dixwazin dan û standinan bikin lê şertên wan ên giran hene; wekî agirbest, garantiya dubarenebûna şer û wergirtina qerebûyê.

Li gorî raportan, Washington dixwaze Îran van şeş xalan pêk bîne:

  • Sekinandina bernameya mûşekî ji bo 5 salan.
  • Sifirkirina meyandina uranyûmê.
  • Ji karkirina reaktorên Netenz, Esfehan û Fordoyê.
  • Çavdêriyeke tund a navneteweyî.
  • Sînordarkirina hejmara mûşekan bi hezar daneyî.
  • Rawestandina alîkariya darayî ya ji bo Hûsî, Hemas û Hizbulahê.

Serokê Amerîkayê doh gotibû ew ne li dijî dan û standinan e lê belê di vê qonaxê de ew amade nîne daxwazên Îranê yên ji bo agirbest û qerebûyê pêk bîne.

Îdareya Trump li dû navbeynkarekî nû digere û Qeterê ji Umanê guncavtir dibîne.

Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê 28ê Sibatê dest pê kir. Wekî beşek ji bersivdayînê, Îranê êrişî welatên Kendavê kir û di roja duyem a şer de Tengava Hurmizê girt.

Her wiha medyaya Amerîkayê ragihand ku Îranê êrişî Girava Diego Garciayê ya li Okyanûsa Hindî kiriye ku nêzîkî 4 hezar kîlometreyan dûrî Îranê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst