Hakan Fîdan: Welatên Kendavê dikarin li dijî Îranê tedbîrên leşkerî wergirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Tirkiye Îran Welatên Kendavê Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku êrişên Îranê yên li ser welatên Kendavê, îhtimala bersivdayîna leşkerî ya wan welatan zêde kiriye.

Hakan Fîdan got, "Welatên Kendavê dibêjin eger ev rewş wiha berdewam bike, ew dê neçar bimînin ku tedbîran werbigirin. Wan di civîna Riyadê de hişyariyên xwe yên dawî dan."

Hakan Fîdan roja şemiyê 21ê Adara 2026an piştî tûra xwe ya welatên Kendavê (Siûdiye, Qeter û Îmarat), li Riyadê bersiva pirsên rojnamegeran da. 

"Welatên Kendavê hişyariya xwe ya dawî da"

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê diyar kir ku welatên Kendavê di bin êrişeke giran a Îranê de ne û tevî ku naxwazin tevlî şer bibin jî, bi qestî tên armanckirin.

Hakan Fîdan got, "Welatên Kendavê ji destpêkê ve ragihandibûn ku ew dê qada xwe ya asmanî û baregehên xwe li dijî Îranê nedin bikaranîn.

Îran ji xeynî baregehên leşkerî, bi zanebûn êrişî binesaziya sivîl û armancên aborî kir. Vê yekê metirsî zêde kir."

"Dibe ku şer 2-3 heftiyên din bidome"

Hakan Fîdan bal kişand ser dema şer û diyar kir ku li herêmê nêrînek heye ku dibe şer 2-3 heftiyên din berdewam bike.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Îsraîl wekî "astenga sereke ya li ber aştiyê" bi nav kir û got:

"Li vir helwesta Amerîkayê diyarker e. Îsraîl naxwaze agirbest pêk were.

Çavdêrî nîşan didin ku helwestên Amerîka û Îsraîlê ji hev dûr dikevin. Wisa dixuye ku Îsraîl heta armancên xwe yên pîşesazî û leşkerî tine neke, ranaweste."

"Êrişên li ser Îranê jî û êrişên Îranê yên li ser Kendavê jî xelet in"

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê destnîşan kir ku welatê wî xwedî helwesteke zelal e û got, “Em hem li dijî êrişkariya Îsraîlê û hem jî li dijî hewildanên Îranê yên ji bo belavkirina şer in.”

“Piştî şer hevkariya Îran û Kendavê dikare xurt bibe”

Hakan Fîdan amaje pê kir ku piştî şer dibe ku di stratejiyên parastinê yên welatên herêmê de guherîn çêbibin.

Fîdan di berdewamiyê jî de got, "Eger hinek şert û merc pêk werin, piştî şer dibe ku hevkariya aborî ya di navbera Îran û welatên Kendavê de dîsa xurt bibe."

Rewşa Mûcteba Xamineyî

Hakan Fîdan derbarê rêberê nû yê Îranê Mûcteba Xamineyî de jî wiha axivî:

"Tiştê em dizanin ew e ku ew sax e û li ser karê xwe ye lê ez di wê baweriyê de me ku valahiya di rêveberiyê de bi piranî ji aliyê Supaya Pasdaran ve tê dagirtin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst