Malikî: Divê çekdarên PKKê ji Iraqê bên derxistin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Iraqê Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê ya li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê şermezar dike û dibêje, “Mijar niha ji sînorên tehemulê derketiye”. Malikî herwiha bang li hikûmeta Iraqê kir ku “dawî li hebûna PKKê di nav axa Iraqê de bîne.”
Ofîsa Nûrî Malikî Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê û serokwezîrê pêştir ê Iraqê derbarê operasyona serbazî ya Tirkiyê ya li sînorê navçeya Amêdî ya parêzgeha Duhokê li dijî gerîlayên PKKê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de tê gotin, “Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê hevsoz e ligel hemû dengên Iraqa azad ku binpêkariyên Tirkiyê bo ser serweriya Iraqê red dike, herwiha tekez dike ku li kêleka wan kesan radiweste ku li cih û dêrên xwe koç dikin, ji ber êrîşên berdewam ên Tirkiyê bo ser navçeyên Duhokê , ku bûye sedema tirsandina birayên me yên Krîstiyan.”
Nûrî Malikî dibêje, “Ez nizanim bikerên vê şerê Tirkiyê yê li ser Partiya Karkeran çawa difikirin? Kengî dawî lê tê, gelo gelê Kurd û Kirîstiyanên me heta kengê di vî şerê de dibin, di nav tirs û nîgeranî û kuştin û derbideriyê de bin?”
Malikî herwiha diyar dike, “Mijar gihîştiye radeyekê ku êdî danîna bi dehan baregehên artêşa Tirkiyê yan jî bordûmankirina gund û kêlgehan nayê tehemulkirin.”
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî dike ku bi awayekî bilez wan binpêkariyan çareser bike û dawî li hebûna çekdarên Partiya Karkerên Kurdisdtanê (PKK) bînin daku xelkên sivîl li gund û navçeyên xwe bi aramî bijîn.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê oja 18ê Nîsana 2022 operasyoneke nû li deverên Zap, Metîna, Avaşîn-Basyan bi navê Operasyona Kilîd li dijî PKKê dest pê kir.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan doh Çarşembê 20ê Nîsanê ragihandibû, operasyon wan bi hemahengî ligel hikûmeta Iraqê tê lidarxistin.
Ehmed Sehaf, Berdekê Wezareta Derve ya Iraqê jî ji Rûdawê re gotibû, Tirkiye bo operasyonên xwe têkilî bi hkûmeta Iraqê nekiriye .