Saziyên çavdêriya keştiyan: Duh tenê keştiyek di Hurmizê re derbas bûye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tengava Hurmizê Keştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî daneyên saziyên çavdêriya keştiyan, doh tenê keştiyek ji Kendavê di Tengava Hurmizê re derbas bûye.

Ev di demekê de ye ku beriya şerê Îranê, rojane 135 keştî di wê tengavê re derbas dibûn.

Ew keştiya ku derbas bûye navê wê "Niro" ye û keştiyeke Vîetnamî ye û berhemên petrolê hildigire.

Beriya niha ji ber veguhastina petrola Rûsyayê, ji aliyê Brîtanyayê ve ceza li wê keştiyê hatibû birîn.

Her wiha du keştiyên din jî bi navên "Starway" û "Axon 1" ku berhemên petrokîmyayî û gaza şil (LPG) hildigirtin, ber bi Kendavê ve çûn.

Îranê careke din tengav girt

Îranê roja înê ji bo demeke kurt ragihandibû ku wê Tengava Hurmizê vekiriye.

Piştî vê biryarê zêdetirî 12 keştiyan di tengavê re derbas bûn.

Lê belê, piştî ku Amerîkayê dest danî ser keştiyeke Îranê, Tehranê gefa tolhildanê xwar û careke din tengav li ber trafîka deryayî girt.

Xerciyên sîgorteyê bilind bûn

Piştî daxuyaniya roja înê, bihayê petrolê bi awayekî berbiçav daketibû û xerciyên sîgorteya metirsiya şer jî ber bi daketinê ve çûbûn.

Lê li gorî çavkaniyên keştîvanî û sîgorteyê piştî girtina ducare, lêçûna sîgorteyê dîsa bilind bûye.

Nêzîkî ji sedî 20ê petrol û gaza cîhanê di Tengava Hurmizê re derbas dibe.

Ji ber girtina vê xala stratejîk, bihayê enerjî û sotemeniyê li seranserê cîhanê bilind bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst