TEL EVÎV - Dema zenga hişyariyê lê dide milyonek û 500 hezar kes diçin sitargehan
Hewlêr (Rûdaw) - Cihê herî nexweş ê ji bo Îsraîliyan ew stargeh in ku di dema zenga hişyariyê de li dijî mûşek û dronên Îranê diçin nav wan.
Lê cihên herî silamet in jî.
Wiha dixuye Îsraîlî hest dikin ev şer dirêj bibe, lewra dest bi paqijkirin û boyaxkirina wan sitargehan kirine ku toz girtibûn.
Çalakvan Shula Keshetê got, “Armanca me ew e ku hemû alî silamet bin, vêca Îsraîlî bin an ne Îsraîlî, karkerên biyanî bin, an karkerên koçber û penaxwaz."
Her dema zenga hişyarkirinê tê lêdan, ji çar milyon û 400 hezar kesên niştecihên Tel Evîvê, milyonek û 500 hezar kes berê xwe didin stargehan.
Li gorî medyaya Îsraîlî, ji ber mûşeka balîstîk, pêdiviya her Îsraîliyekî bi 10 xulekan heye ji bo ku biçe nav sitargehan.
Bê guman ev ji bo mûşeka dengbir cuda ye, derdora 6 hezar kîlometre di demjimêrekê de, pêwîst e Îsraîlî di dema 90 çirkeyan de biçin stargehan.
“Toz bi ser me de hat”
Welatiyê Îsraîlî Gleb Yanshankov jî got:
“Peyama hişyariyê ji me re hat û me derî girt û em çûn sitargehan, piştî çend xulekan, nêzîkî heft xulek dibû, dengê teqîneke mezin hat bihîstin, deng gelekî bilind bû.
Em di qata sêyemîn a jêrzemînê de bûn, toz bi ser me de hat. Gelekî bihêz bû. Me zanî li wê derdorê ketiye ser erdê."
Ev jiyana xelkê Îsraîlê ye di nav sitargehan de.
Bîranînên hinekan ji wan ên hewqasî nexweş ligel vî cihî hene, her dema zenga hişyarkirinê tê lêdan, bi hawar û girîn berê xwe didinê.
Lê êdî hino hino xelk fêrî jiyana nav sitargehan dibin.
Van çend xulekên ku li wir dimînin, bi tavla, setrenc û leyîstikên cuda dileyîzin.
Sitargeh bûne dîwaneke mezin
Sitargeh bûne dîwaneke mezin ji bo naskirina hevdû û axaftina li ser vê rewşa ku niha heye.
Dema mûşekên Îranî li erdê dikevin û beşek ji wan tên têkşikandin, ji bo kêmkirina tirsa xelkê, yê şiyan a qabîliyetek wî hebe li vê derê nîşan dide.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji îna borî ve zêdetir ji carekê daxwaz ji xelkê kiriye ku tenê di sitargehan de silamet dibin.
Şerê Îran û Îsraîlê zêdeyî hefteyekê ye dest pê kiriye û tu asoyek jî ne xuya ye di van nêzîkan de jiyan li Tel Evîv û bajarên din li ser erdê asayî bibe.