Fuad Husên û Ebas Eraqçî civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li Stenbolê civiyan.

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Karên Derve ya Îraqê, di civînê de bipêşketin û guhertinên dawî yên herêmî û navneteweyî bi taybetî "destdirêjiyên Îsraîlê yên li ser Komara Îslamî ya Îranê" hatin gotûbêjkirin.

Her du wezîran di nav de encamên mirovî û metirsiya berfirehbûna çembera pevçûnê behsa bipêşketinên vê aloziyê û bandorên wê li ser ewlehî û aramiya herêmê kir.

Fuad Husên tekezî li ser pêwîstiya rawestandina demildest a "destdirêjiyên Îsraîlê yên li ser Îranê" û parastina welatiyên sivîl ji paşhatiyên aloziyên leşkerî kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê girîngiya zêdekirina hewlên dîplomatîk ên hevbeş bi rêya kanalên navneteweyî û herêmî dubare kir û daxwaza vegera bilez a ser maseya danûstandinê û diyaloga siyasî kir, ji ber ku ew yekane rê ye ji bo çareserkirina nakokiyan û dûrketina ji karesatê ya herêmê.

Her wiha di hevdîtinê de, di çarçoveya têgihiştina hevbeş û rêzgirtina ji serweriya niştimanî re behsa rêyên bihêzkirina pêwendiyên dualî yên di navbera Îraq û Îranê de û girîngiya berdewamiya li ser şêwir û hevahengiyê derbarê pirsên girîng ên hevbeş hat kirin.