Hûsî: Eger Amerîka êrişî Îranê bike, em dê keştiyên wê bikin hedef

Hewlêr (Rûdaw) - Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike, gefa wê yekê xwar ku eger Amerîka êrişî Îranê bike, ew jî dê êrişî keştiyên şer ên Amerîkayê yên li Deryaya Sor bikin.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew bipêşketinên li herêmê dişopînin û ji bo parastina welat dê pêngavên "rewa" yên pêwîst biavêjin.

Yehya Serî anî ziman ku Îsraîl hewl dide kontrola tam li herêmê bi dest bixe û bi piştgirî û hevkariya Amerîkayê dixwaze "plana xwe ya siyonîst" pêk bîne.

Berdevkê Husiyan her wiha got, "Îsraîl hewl dide rejîma Îranê ya ku wekî astenga herî mezin li pêşiya plana xwe dibîne,birûxîne."

"Eger Amerîka êrişî Îranê bike, em dê keştiyên wê bikin hedef"

Yehya Serî gef li Amerîkayê xwar û wiha pê de çû:

"Her êrişeke Amerîkayê ya li dijî Îranê, xizmeta armanca Îsraîlê ya bidestxistina kontrola herêmê dike û ev yek nayê qebûlkirin.

Ji ber ku ev tê wateya desteserkirina serxwebûn û rûmeta umeta îslamê, kolekirin, biçûkxistin, dagirkirina welatên wan û talankirina çavkaniyên wan."

Serî her wiha got ku eger êrişeke wiha çêbibe, ew dê keştiyên şer ên Amerîkayê yên li Deryaya Sor bikin hedef.