Statuya Kurdî li Rojhilatê Firatê bûye sedema dilgiraniya 4 dewletan
Hewlêr (Rûdaw) - Hebûna hêzên Amerîkayê û berdewamiya şandina çekan ji HSDê re, him Rûsya û Sûriye û him jî Tirkiye û Îran dilteng kirine. Tevî nakokiyên di navbera wan dewletan de jî, lê niha pirsa statuya Rojhilatê Firatê ew gihandine hev û bi awayekî berdewam, daxwaz dikin ku Amerîka ji Sûriyê derkeve, lê her ku diçe Amerîka hebûna xwe xurttir dike.
Şandina çekên amerîkî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û berfirehkirina binkeyên serbazî yên Amerîkayê li wan navçeyan, li cem Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriyê bûye rojev. Hevterîbê vê yekê jî, hejmarek ji projeyên xizmetguzariyê û nûavakirinê hatine cîbicîkirin. Gelek ji wan projeyan bi piştgirî yan alîkariya Amerîkayê têne kirin.
Di vê çarçoveyê de, piştgiriya Amerîka ji desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê re, bûye cihê bêzarî û diltengiya wan dewletan, ku bi nerîna wan, Amerîka kar li ser damezrandina dewletekê li wê derê dike.
Ji aliyê Rûsya, Tirkiye, Îran û Sûriyê ve, haydarî têne dan, ku metirsî ji plana damezrandina dewletekê li rojhilatê Ferat heye, ku li ser destê Amerîkayê bê avakirn. Bi taybetî ku Amerîka binkeyeke leşkerî ya mezin li wan navçeyan ava kiriye û pêgeha xwe xurt û bihêz kiriye.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku roja Şemiyê karwanekî leşkerî yê nû yê Hevpeymaniya Navdewletî, ji 25 otomobîlên (Hummer) derbasî navçeya rojhilatê Dêre zorê bû, ku tenê navçeyeke biçûk di destê DAIŞê de, maye. Ev yek jî bi serperiştiya Amerîkayê tê kirin.
Karwanê Hevpeymaniyê, di demekê de digihêje wê derê, ku şer û pevçûnên giran di navbera HSDê û çekdarên DAIŞê de, li navçeya bajarokê Hecîn, diqewimin.
Piştî Tirkiyê, Rûsyajî bêhtir ji carekê behsa metirsiya damezrandina dewletekê li Rojhilatê Ferat û Dêre Zorê kiriye, wiha jî hikûmeta Sûriyê.
Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gotibû ku gefa sereke li ser yekîtiya xaka Sûriyê ji navçeya rojhilatê Ferat tê, ji ber ku bi serperiştiya Amerîkayê kar li ser damezrandina statûyeke serbixwe tê kirin, Tirkiye jî vê statûyê weke ya Kurdan binav dike. Mosko jî weke Ankarayê tekez kir ku ew rê nadin vê yekê û wê hewl bidin ji bo jinavbirina vê projeya ku li ser destê Amerîkayê tê birêvebirin.
Ankara û Mosko dibînin ku hebûna hêzên amerîkî li wan navçeyan, ne ji bo şerê DAIŞê ye, lê ji bo damezrandina dewletekê ye, ew dewlet wê raserî sînorê başûrê Tirkiyê be, ji bakur-rojhilatê Sûriyê heta peravên Deryaya Sipî.
Amerîka di şandina çekan de ji bo rojhilatê Ferat berdewam e, lê Tirkiye dibîne ku ev çek ji bo Yekîneyên Parastina Gel YPGê ne, lewma medyaya wî wlatî ragihand ku di dema bûrî de, 1500 barhilgirên çek û teqemeniyan û pêdiviyên leşkerî gihiştin wan navçeyan, ku Kurd tê de desthilatdar in, weke ku ew dibêjin.
Ji bo gotûbêjkirina vê mijarê û çend mijarên din jî, di rojên bê de wê civîneke çaralî ya astbilind, di navbera Rûsya, Feransa, Tirkiye û Almanyayê de, li paytexta Tirkiyê bê lidarxistin.