Bogdanov: Rûsya naxwaze şerekî din li Sûriyê rû bide

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê dibêje, ew naxwazin şerekî nû li Sûriyê rû bide û got, ew ji bo navbeynkariyê amade ne.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov di hevpeyvînekê de li gel ajanseke Rûsî, li ser gefên Tirkiyê yên destpêkirina êrişeke nû li ser Rojava axivî.

Mikhail Bogdanov dibêje, Moskow li dijî rûdana şerekî din e li Sûriyê, û tekez kir ku ji bo rawestandina rijandina xwînê, welatê wî amade ye navbeynkariya aliyan bike.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayl ku di heman demê de Şandiyê Serokê Rûsiyê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê got jî, Rûsya û Tirkiyê li gel Îranê ku garantorên Astana ne berpirs in di ber  rawestandina şer  li hemû Sûriyê.

Mikhail Bogdanov got jî, welatê wî peywendiyên baş li gel Sûriyan di nav de jî rêxistinên Kurdî heye.

Ev demek e, Tirkiyê gefa destpêkirina êrişeke nû bo ser Rojavayê Kurdistanê dixwe.