Netanyahu: Me 153 ton bombe avêtin Xezeyê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li xwe mikur hat ku wan agirbest bin pê kiriye û ragihand ku artêşa Îsraîlê di êrişên xwe yên duh ên li ser Xezeyê de 153 ton bombe bi kar aniye.
Netanyahu di axaftina xwe ya vekirina parlamentoyê de, derbarê êrişên ku wan li dijî Xezeyê pêk anîne axivî.
Netanyahu got, "Agirbest ne sedem e ku Hemas gefan li me bixwe. Bedela her êrişeke li dijî me dê gelekî giran be."
Netanyahu îdia kir ku Hemasê agirbest bin pê kiriye û bi van gotinan binpêkirina ji aliyê xwe ve jî piştrast kir û got,"Di dema agirbestê de du leşker hatin kuştin.
Hemasê hest kir ku em sist bûne. Me li seranserê Xezeyê bi 153 ton bombeyan li dehan armancan da."
Îsraîlê doh li Refaha başûrê Xezeyê hêzên artêşa Îsraîlê kirine armanc û êrişî gelek deverên Xezeyê kiribû.
Lîwayên Îzedîn Qesam, baskê çekdarî yê Hemasê, di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ew pêbendî agirbestê ne û ti pêwendiya wan bi bûyerên li Refahê re nîne.
Her wiha hatibû ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi hinceta ku Hemasê agirbest bin pê kiriye, ferman daye ku li dijî Xezeyê "bersiveke tund" bê dayîn.
Çavkaniyên Filistînî yên li Xezeyê îdia kiribûn ku Hemas li herêmê bi çeteyên di bin serokatiya Yasîr Ebû Şebab de yên ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatibûn çekdarkirin şer dikir.
Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku piştî êrişên li ser Xezeyê, agirbest careke din ketiye meriyetê.