Welatên Kendavê hêza xwe ya hevbeş ava dikin

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Zêrevanên Niştimanî yê Erebistana Siûdî Mithib Bin Ebdilah aşkere kir ku hêza hevbeş ya welatên endamên Encûmena Hevkariya Kendavê dê ji 100 hezar leşkeran pêk were.

Li gor nûçeya malpera el-Erebiye, Mithib di daxuyaniyekê de got “Yekîtiya hêzên Kendavê dê hêza rasteqîne ya Rojhilatya Navîn û miletê erebî be”.

Mithib diyar kir ku Şahê Siûdiyê Ebdila Bin Ebdilezîz daxwaz kiriye ku welatên Kendavê di nava sîstemeke federalî de bibin yek.

Wezîrê Zêrevanên Niştimanî yê Erebistana Siûdî herwiha got ku welatê wî amade ye tevlî hêza hevbeş ya Kendavê bibe.

Welatên Encûmena Hevkariya Kendavê di civîna xwe ya 34emîn de li Kuwêtê biryar da ku hêzeke hevbeş ji bo Kendavê bê avakirin.