Kî beşdarî Kongreya Diyaloga Niştimanî li Soçî dibe?

Enqere (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Tirkiyê lîsteyek daye Rûsya, di nav wê lîstê de navê çend alî û kesayetiyan heye, ji bo  beşdarî di kongireya Diyaloga Niştimanî li Soçî bikin.

 

Şarezayekî navenda lêkolînên stratejîk ORSAMê li Enqere, ku nêzîkî hikûmeta Tirkiyê ye, ji Rûdawê re ragihand, ku navê serokê berê yê Encûmena Niştimaniya Sûriyê  Ebdulbasit Seyda û çend kesayetiyên din ên Kurdên Rojavayê Kurdistanê di nav de heye.

 

Ji aliyê xwe ve jî, Endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafa Dijbereya Sûriyê ku di heman demê de nûneratiya ENKSê dike, daxuyakirin ku Tirkiyê qebûl nake Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) beşdarî Astana, Cinêv û Soçî bibe.

 

Tirkiyê ji destpêkê heta niha li dijî PYDê û YPGê di nava hewlên diplomatîk de ye. Di seredana dawî ya Serokê Rusyayê de jî hate îdakirin ku Tirkiyê lîsteyeke daye Rusyayê da ku li cihê PYDê beşdarî civîna Soçiyê bûye.Gorî agahiyan di lîsteyê navê çend serokên partiyên di nava ENSKê de, çend kesayetên serbixwe û serokên çend eşîrên Rojavayê Kurdistanê di listeyê de cih digirin.

 

Şarezayê mijarên  Rojhilata Navîn li ORSAMê Oytun Orhon ji Rûdawê re wiha got: “Îhtimale ku Tirkiye di lîsteya daye Rusyayê de behsa partiyên siyasî û hinek gruban kiribe û heman demê behsa hindek kesayetiyan giring di siyaseta Kurdên Suriyê de hatiye kirin,  weke serokê berê yê Hevpeymaniya Dijbereya Sûriyê Ebdulbasît Seyda. Ji xeynî wan weke me got dîsa behsa êşîrên wê deverê di wê lîsteyê de hatiye kirin.”

 

Endamê Desteya Siyasî ya Hevpeymaniya Hêzên Şoreş û Dijbereya Sûriyê Fuad Elîko jî dibêje jixwe PYD heta niha beşdarî proseya siyasî nebûye. Elîko li ser beşdariya ENSKê jî dibêje heta niha çi biyar nehatine dan .

 

Fûad Elîko wiha axivî: “Berê jî PYD hazir nebû ne li Astana, ne li Cinêv ne li Riyadê û li Soçiyê jî hazir nabe. Ji ber ku dijbere wê li kêleka xwe nabîne û Tirkiye jî wê weke PKK dibîne. Me weke Kurd weke ENKS me negotiye em hazir nabin lê me negotiye em dê hazir jî bibin. Em temaşe dikin ka dê rewş çawa be, pişt re emê nêrîna xwe aşkere bikin.”

 

Ji ORSAMê Oytun Orhon ku kesekî nêzîkî hikumeta tirkiyê ye dibêje  rast e ku Tirkiyê navê 15 keseyetiyên siyasî ku piraniya wan serokên partiyên di nav ENSKê de ne  û navê çend serok eşîran bo danûstanin radestî Rusyayê kirine.

 

Wezîrê karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî di daxuyaniyeke xwe de ameje bi wê yekê kir ku Tirkiye ne lidijî kurdan e lidi jî PYDê û PYD jî temsiliyeta hemû kurdan nake.