Graham li Îsraîlê ye: 'Divê 2026 bibe sala têkbirina zilamê xerab'
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Senatorê Amerîkî Lindsey Graham li Qudsê civiyan. Graham di civînê de peyamên tund dan û got, "Divê sala 2026an bibe sala têkbirina 'zilamê xerab'."
Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê ragihand ku Netanyahu li ofîsa xwe ya li Qudsa Rojava pêşwaziya Lindsey Graham kiriye.
"Hemas û Hizbulah hewl didin hêza xwe xurt bikin"
Senatorê Amerîkî diyar kir ku Hemas li şûna ku li Xezeyê çekan deyne, hewl dide hêza xwe xurt bike.
Graham her wiha ragihand ku Hizbulah jî li başûrê Libnanê hewl dide çekên zêdetir hildiberîne.
Netanyahu jî piştgirî da van gotinan û diyar kir ku Graham di her du mijaran de jî "mafdar e."
Hefteyek beriya hevdîtina Trump
Serdana Graham a Îsraîlê di demekê de pêk hat ku tenê hefteyek maye ji bo hevdîtina Netanyahu û Serokê Amerîkayê Donald Trump.
Tê çaverêkirin ku Netanyahu 29ê Kanûna Pêşîn li Floridayê li mala Trump a Mar-a-Lagoyê bi Serokê Amerîkayê re bicive.
Hatibû îdiakirin ku “birêvebiriya Washingtonê ji ber binpêkirina agirbesta li Xezeyê bertekeke tund nîşanî Îsraîlê daye.”