Tirkiye 180 DAIŞiyan vedigerîne
Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Anil Bora Înan ragihand ku di navbera Bexda û Enqereyê de lihevkirinên bipêşketî hene.
Ev lihevkirin li ser vegerandina girtiyên DAIŞî yên welatiyên Tirkiyeyê ne.
Balyozê Tirkiyeyê eşkere kir ku hejmara van girtiyan zêdetirî 180 kesan e.
Anil Bora Înan diyar kir ku meha pêşiya me dê li Bexdayê civînek were lidarxistin da ku hûrgiliyên dawî û mekanîzmaya bicihanînê werin diyarkirin.
“Di çarçoveya hevahengiya ewlehiyê de ye”
Anil Bora Înan beşdarî paneleke bi navnîşana “Piştgiriya Paşeroja Îraqê” bû ku ji aliyê “Hêwana Mala Îraqî” ve hatibû organîzekirin.
Li gorî nûçeya “AlSabah”ê Balyozê Tirkiyeyê di panelê de gotiye:
“Ev dosye di çarçoveya hevahengiya ewlehiyê ya hevpar a di navbera her du welatan de ye.”
Înan destnîşan kir ku vegerandina welatiyan, tevî zarokan jî, ji bo çareserkirina encamên qonaxa piştî DAIŞê gaveke pêwîst e.
Balyoz anî zimên ku ev pêvajo dê li gorî çarçoveyên yasayî yên zelal be ku nasname bên kontrolkirin û rêkarên dadî bên temamkirin.
Mijara girtiyên biyanî li Îraqê mijareke girîng e û Bexda barê girtin û darizandina hejmareke zêde ya DAIŞiyan hildigire.