Netanyahu li ser êrişên Îranê axivî: Em şeveke gelekî dijwar derbas dikin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Benjamin Netanyahu Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku di encama êrişên mûşekî yên Îranê yên li bajarên Arad û Dimonayê yên li başûrê Îsraîlê de bi dehan kes birîndar bûne û gelek avahî jî xera bûne.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser bûyeran got, "Ji bo paşeroja me şeveke gelekî giran e."

Di roja 22yemîn a şerê bi Îranê re, li başûrê Îsraîlê êrişên dijwar ên mûşekên balîstîk pêk hatin.

Li bajarê Aradê ji ber ku mûşek li avahiyan ketin bi dehan kes birîndar bûn ku rewşa 7 ji wan giran e.

Her wiha hat eşkerekirin ku di teqînên li nêzîkî Santrala Nukleerê ya Dimonayê de jî rewşa zarokekî 12 salî giran e.

“Em dê li hemû eniyan lê bidin”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî êrişan daxuyaniyek belav kir. Netanyahu bal kişand ser rewşa zehmet a welêt.

Netanyahu wiha axivî:

"Ev yek, di têkoşîna me ya ji bo paşerojê de şeveke gelekî zehmet e.

Ez bi Şaredarê Aradê Yair Maayan re axivîm û li ser navê hemû welatiyên Îsraîlê duayên me ji bo birîndaran anî zimên.

Min ferman da hemû yekîneyên hikûmetê ku bi asta herî bilind alîkariyê bigihînin herêmên ku ziyan dîtine.

Em bibiryar in ku li hemû eniyan li dijminên xwe bixin."

Perwerde hat rawestandin

Wezîrê Perwerdeyê yê Îsraîlê Yoav Kisch ragihand ku piştî êrişan ji ber rîskên ewlehiyê rojên yekşem û duşemê li seranserê welêt li hemû dibistanan perwerdeya rûbirû hatiye betalkirin.

Kisch diyar kir ku perwerdeya taybet jî di nav de hemû îstîsna hatine rakirin û eşkere kir ku dê perwerde bi awayekî online bidome.

Dest bi lêpirsînê hat kirin

Hêzên Asmanî yên Îsraîlê (IAF) û Fermandariya Eniya Navxwe dest bi lêpirsîneke berfireh kir da ku bizanin çima ew mûşekên li Arad û Dimonayê ketine nehatine astengkirin.

Tê lêkolînkirin bê ka mûşekên balîstîk ên xwedî serikên konvansiyonel ku bi sedan kîlogram teqemenî hildigirin, çawa di nav pergalên parastina asmanî ya piralî ya Îsraîlê re derbas bûne.

Çavkaniyên xwecihî yên li Aradê da zanîn ku li hinek taxên bajêr avahiyên ku mûşek li wan ketine bi temamî bûne kavil û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst