Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên hawarçûnê yên Îsraîlê ragihand ku di encama êrişeke mûşekî ya li nêzîkî sînorê bakurê Îsraîlê de kesek miriye.
Ev yekem mirina welatiyekî Îsraîlê ye di encama êrişeke Hizbulahê de çêdibe.
Şerê di navbera Îsraîl û wê koma çekdar a Libnanê de 2yê vê mehê dîsa dest pê kiribû.
Saziya Hawarçûnê ya Îsraîlê ragihand, mûşekeke ku ji Libnanê hatiye avêtin li otomobîlekê ketiye tê de welatiyek miriye.
Tîmên agirvemirandinê yên herêmê jî ragihand ku agir bi du otomobîlan ketiye.
"Ti nîşana jiyanê tê de nebû"
Tîmên bijîşkî yên hawarçûnê yên Îsraîlê li ser rûdanê ev agahî dan:
"Dema em gihîştin cihê rûdanê, me dît ku agir bi du otomobîlan ketiye.
Di dema temirandina agir de, me zilamek li ser kursiyê şofêr ê yek ji otomobîlan dît.
Me pişkinîn ji bo wî kir û ti nîşana jiyanê tê de nebû. Lewma mirina wî hat ragihandin."
Beriya niha artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kiribû ku wan "avêtina mûşekekê ji Libnanê ve ber bi komelgeheke nîştecihbûnê ya li sînorê bakur" tomar kiriye.
Hizbulahê êriş li xwe girt
Piştî belavbûna nûçeya kuştina wî kesî, Hizbulahê di daxuyaniyekê de got ku wan ew êrişa mûşekî kiriye.
Hizbulahê îdia kir ku wan kombûna hejmarek leşkerên Îsraîlê kiriye armanc.
2yê vê mehê Hizbulahê bi avêtina mûşekan a ber bi bakurê Îsraîlê ve, tevlî şerê Îranê yê bi Îsraîl û Amerîkayê re bû.
Ji wê demê ve şerê di navbera artêşa Îsraîlê û wê koma çekdar de dîsa dest pê kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse