Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Qeterê helîkoptereke leşkerî ketiye xwarê.
Di qezayê de leşkerekî Tirkiyeyê û 2 karmendên ASELSANê mirine.
Wezareta Karên Navxwe ya Qeterê diyar kir ku helîkoptereke leşkerî vê sibehê di dema peywireke asayî de ji ber arîzeya teknîkî ketiye nav avên herêmî yên welêt.
Wezaretê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de termên 6 kesan hatine dîtin.
Hat diyarkirin ku di helîkopterê de 7 kes hebûne û ji bo dîtina kesê dawî jî xebat didomin.
Wezareta Parastinê ya Qeterê jî berê daxuyandibû ku helîkopter di dema peywireke asayî de ji ber arîzeya teknîkî ketiye deryayê û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kiriye.
Helîkopter a Qeterê ye
Wezareta Parastinê Tirkiyeyê li ser qezayê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî agahiyên ku wezaretê dane, helîkoptera Hêzên Çekdar ên Qeterê ya ku di bin banê Fermandariya Hêza Hevbeş a Qeter-Tirkiyeyê de xebatên perwerdeyê dikirin, êvara 21ê Adarê ketiye xwarê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku helîkopter ji ber arîzeyeke teknîkî ketiye deryayê.
Piştî bûyerê yekser xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kir û tîman xwe gihand enqazê û termên qurbaniyan.
Di qezayê de leşkerekî Tirkiyeyê, 2 karmendên ASELSANê û 4 leşkerên Qeterê, bi giştî 7 kesan canê xwe ji dest da.
Hat eşkerekirin ku sedema teqez a qezayê dê piştî lêkolînên hûrgilî yên rayedarên Qeterê zelal bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse