Brîtanya: Mûşekeke Îranê berî bigihe Diego Garciayê ket

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Diego Garcia Amerîka Îran Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Niştecihkirinê yê Brîtanyayê Steve Reed ragihand ku mûşekeke Îranê beriya ku bigihê Diego Garciayê ketiye û mûşekek din a Îranê jî hatiye xistin.

Wezîrê Niştecihkirinê yê Brîtanyayê diyar kir ku yek ji mûşekên ku Îranê avêtine baregeha leşkerî ya hevbeş a Brîtanya û Amerîkayê ya li Okyanûsa Hindî kiribû, beriya ku bigihe armanca xwe ketiye û mûşekekî din jî li asman hatiye xistin.

Steve Reed ji BBCyê re got, "Nirxandina me ew e ku Îraniyan bi dilniyayî baregeha Diego Garciayê armanc kiriye."

Ev baregeha leşkerî nêzîkî 4,000 kîlometreyan dûrî axa Îranê ye.

Wezîrê Brîtanyayê amaje bi wê yekê kir ku Îran "bi awayekî bêarmanc" mijûlî avêtina mûşekan e li seranserê herêmê û got, "Em ji ber rûdanê şaş nebûn."

Baregeha Diego Garciayê ya li giravên Chagosê, yek ji wan du baregehan e ku Brîtanyayê destûr daye Amerîka ji bo encamdana "operasyonên parastinê" di şerê li dijî Îranê de bi kar bîne.

Doh berê sibehê rojnameya Wall Street Journalê ya Amerîkayê belav kiribû ku Tehranê du mûşekên balîstîk avêtinê wê baregehê ku balafirên şer ên Amerîkayê lê ne.

Mûşek negihîştine armanca xwe lê ev gav nîşaneya wê yekê ye ku mûşekên Tehranê yên dûravêjtir ji ya ku berê dihate zanîn hene.

Hikûmeta Brîtanyayê roja înê ragihandibû ku ew rê dide Washingtonê baregehên Diego Garciayê û Fairfordê bi kar bîne da ku li wan baregehên Îranê bixe ku gefê li hat û çûna keştiyan a li Tengava Hurmizê dikin.

Steve Reed got ev êrişa mûşekî ya Îranê berî daxuyaniya roja înê bûye.

Wezîrê Brîtanyayê diyar kir ku hikûmeta welatê wî nakeve nav vî şerî. Steve Reed her wiha got ti zanyarî nîne ku nîşan bide Îran dixwaze yan dikare êrişî axa Brîtanyayê bike.

Reed bal kişand ser cudahiya nêrîna London û Washingtonê ya ji bo vî şerî û got:

"Ev ne cara ewil e di dîrokê de ku Brîtanya û Serokwezîrekî Brîtanyayê û Serokê Amerîkayê xwedî nêrînên cuda bin.

Berê di şerê Vietnamê de jî heman tiştî rû dabû."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst