Netanyahu: Îran ne tenê ji bo me, ji bo hemû cîhanê gef e

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Benjamin Netanyahu Îran Îsraîl Amerîka Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu peyamek belav kir û eşkere kir ku Îran ne tenê ji bo Îsraîlê ji bo hemû cîhanê jî metirsiye.

Netanyahu du armancên sereke yên şerê welatê xwe yê bi Îranê re eşkere kirin.

Li gorî peyama Netanyahu peyamên armancên hikûmeta wî wisa ne; rûxandina bernameya atomî ya Îranê û amadekirina zemîna ji bo rûxandina desthilata wî welatî.

Êrişên li ser cihên sivîl û pîroz

Netanyahu ragihand ku di nava 48 saetên borî de Îranê deverên sivîl armanc kirine û nêta wê kuştina welatiyan bûye.

Mebesta Netanyahu ew êrişên mûşekî yên şeva borî bûn ku li bajarên Arad û Dimonayê yên li başûrê Îsraîlê xistibûn û tê de zêdetirî 175 kesan canê xwe ji dest dabû.

Serokwezîrê Îsraîlê amaje bi wê yekê jî kir ku Îranê Qudis-Orşelîm jî bombebaran kiriye.

Serokwezîrê Îsraîllê diyar kir ku wan ew cih armanc kiriye ku nêzîkî cihên pîroz ên her sê dînên asmanî (Dîwarê Rojava, Dêra Qiyametê û Mizgefta Eqsayê) ye.

Netanyahu got, "Bi mucîzeyekê ti zerer negihişt wan lê wan cihên pîroz armanc kiribûn."

Dûravêjiya mûşekan û gefa li ser Ewropayê

Serokwezîrê Îsraîlê bal kişand ser êrişa mûşekî ya Îranê ya li ser baregeha "Diego Garciayê" ya li Okyanûsa Hindê û ragihand ku mûşeka Îranê 4,000 kîlometreyan çûye.

Netanyahu hişyarî da ku niha mûşekên Îranê dikarin bigihin kûrahiya Ewropayê û berê jî Qibris armanc kirine.

Benjamin Netanyahu her wiha got Îranê Tengava Hurmizê jî girtiye ku ji sedî 20ê gaz û petrola cîhanê tê re derbas dibe.

Netanyahu tekez kir ku ev hemû rûdan îsbat dikin ku Îran ji bo hemû cîhanê gef e.

Du armancên sereke yên Îsraîlê

Netanyahu derbarê rewşa dawî ya şer de jî wisa got:

"Du armancên me yên zelal hene. Yekem; rûxandina temamî ya bernameya atomî û mûşekî ya Îranê û nehiştina şiyana çêkirina perçeyên wan.

Duyem; amadekirina rewşekê da ku gelê Îranê bikaribe dawî li desthilata niha bîne."

Netanyahu tekez kir ku Îsraîl û Amerîka ji bo ewlehiya cîhanê bi hev re dixebitin û bangî serkirdeyên welatên din kir ku tevlî wan bibin.

Netanyahu her wiha pesnê bangawaziya Trump a ji bo rûbirûbûna Tehranê kir û got:

"Ez bawer dikim Serok Trump bi hûrgilî dizane çi dike. Em çi bikin jî, em dê bi hev re û bi baweriyeke mezin bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst