Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Artêşa Îsraîlê Nadav Shoshani ragihand ku ji destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê ve Îranê zêdetirî 400 mûşekên balîstîk avêtine Îsraîlê kirine.
Li gorî gotina Shoshanî, wan karî rêjeyeke gelekî baş a têkbirina mûşekan tomar bikin ku digihe nêzîkî ji sedî 92yan û tenê li 4 cihan mûşek li erdê ketine.
Berpirsê Îsraîlê her wiha got ku ev mûşekên balîstîk ji yên berê ne cuda ne û ew dê bi berdewam wan mûşekan têk bibin.
Armanckirina Arad û Dîmonayê
Tevî daxuyaniya artêşê, şeva şemiyê du mûşekên Îranê pergalên parastina asmanî derbas kirin û bi giranî li bajarê Aradê û bajarê Dîmonayê ku saziyeke atomî lê ye bixin.
Li gorî amarên Dezgeha Hewarê ya Îsraîlê, ji ber van her du êrişan zêdetirî 100 kesan birîndar bûne û ziyaneke mezin gihîştiye taxên sivîlan.
Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku êrişa li ser Dîmonayê "bersivek" bûye ji bo êrişa Îsraîlê ya li ser saziya atomî ya Netenzê.
Bajarê Dîmonayê li çolên Neqebê ye û kargeheke sereke ya atomî lê ye. Îsraîl bi fermî diyar dike ku ev der tenê ji bo lêkolînan e lê Peymangeha SIPRIyê diyar dike ku 90 serikên atomî yên Îsraîlê hene.
Rêxistina Tendurustiya Cîhanî (WHO) û Ajansa Atomî (IAEA) derbarê armanckirina saziyên atomî de hişyariyên tund da.
Netanyahu: Şeveke gelekî dijwar bû
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser êrişan got, "Ev di şerê ji bo paşeroja me de şeveke gelekî dijwar bû."
Netanyahu roja yekşemê di serdana xwe ya Aradê de gef xwarin û got:
"Em dê pergala Îranê û Supaya Pasdaran bikin armanc. Em dê li wan bixin, li serkirdeyên wan, saziyên wan û çavkaniyên wan ên aborî bixin."
Her wiha wî di dema serdana Dîmonayê de daxuyand ku "tevahiya welat bûye xeta pêşî ya şer" û daxwaz ji xelkê kir ku bikevin penagehan.
Berdewamiya êrişan û tedbîrên nû
Roja yekşemê zengên hişyariyê li Îsraîlê nehatin birîn. Medyaya Îsraîlê belav kir ku herî kêm 6 êrişên dron û mûşekan çêbûne û li Tel Evîvê du kes birîndar bûne.
Ji ber vê rewşê, Îsraîlê tedbîrên xwe tundtir kirin. Kombûna zêdetirî 50 kesan hate qedexekirin û roja yekşem û duşemê hemû dibistanên welêt hatin girtin.
Pêşbîniyên rojnameyên Îsraîlê
Rojnameyên Îsraîlê derbarê bidawîbûna şer de ne geşbîn in.
Rojnameya Israel Hayomê wiha nivîsîand: "Her çi qas Îsraîl di eniyên Îran û Libnanê de serkeftinên mezin bi dest xistibin jî, dibe ku welat bikeve nav 'şerekî westandinê' bêyî ku bigihe armancên xwe.
Çimkî dijminê me yê Îranî niha tenê şerê man û nemanê dike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse