Sekreterê NATOyê: Zêdetirî 20 welatan ji bo vekirina Hurmizê amade ne

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Atlatîka Bakur (NATO) Mark Rutte, ragihand ku rageşiya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û hevpeymaniyê de kêm bûye.

Mark Rutte diyar kir ku aciziya Trump tenê ji bo wê yekê bûye ku hevalbendan han bide da ku roleke mezintir di vekirina Tengava Hurmizê de bilîzin.

Mark Rutte di hevpeyvîneke li gel kanala Fox Newsê de tekez kir ku niha zêdetirî 20 welatan bi hev re dixebitin da ku dîtina Trump pêk bînin û ewlehiya wê rêya avê ya giring biparêzin.

Rutte eşkere kir ku wî di vê heftiyê de çend caran bi Trump re xeber daye.

Sekreterê Giştî yê NATOyê diyar kir ku "pêwîst bû" Amerîka li dijî Îranê dest bi rêkarên serbazî bike çimkî bernameya atomî û mûşekên balîstîk ên wî welatî "gefeke man û nemanê" ne ji bo cîhanê.

Ev gotinên Rutte piştî wê yekê tên ku Trump roja înê 20ê Adarê, êrişeke tund kiribû ser welatên NATOyê û ew wekî "tirsonek" bi nav kiribûn çimkî piştgiriya şerê li dijî Îranê nedikirin.

Trump li ser tora Truth Socialê gotibû, "Bêyî Amerîkayê NATO hêzeke bêbandor e!"

Serokê Amerîkayê daxwaz ji hevalbendên sereke û welatên din kiribû ku ji bo parastina keştiyên li Tengava Hurmizê hevkariyê bikin.

Washingtonê berî ku şer bide destpêkirin ti agahî nedabû wan welatan.

Pevçûnên ku 28ê Sibatê bi êrişa Amerîka û Îsraîlê dest pê kirin, bûn sedema xirabûna bazara cîhanê, kuştina bi hezaran kesan û koçberbûna bi milyonan kesên din.

Hişyariya derbarê "paşerojeke xerab"

Beriya niha 16ê Adarê, li gorî rojnameya Financial Timesê, Trump hişyarî dabû welatên NATOyê ku eger hevkariya Amerîkayê nekin, ew dê rûbirûyî "paşerojeke gelekî xerab" bibin.

Ev wekî peyameke rasterast ji bo welatên Ewropayê hate dîtin da ku tevlî operasyonên li dijî Îranê bibin.

Wê demê Trump ji rojnameyê re gotibû, "Dê tiştekî baş be eger ew welatên ku ji Tengava Hurmizê sûdê werdigirin, alîkar bin da ku tiştekî xerab li wir neqewime."

Trump her wiha amaje pê kiribû ku Çîn ş Ewropa  ji Amerîkayê zêdetir pişta xwe dispêrin petrola Kendavê.

Trump hişyarî dabû,"Eger bersivek nebe yan jî bersiv neyînî be, ez bawer dikim ev dê ji bo paşeroja NATOyê gelekî xerab be."