Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Îsraîlê yê Amerîkayê Michael Leiter ragihand ku welatê wî û hevalbendên wê ti planeke wan a ji bo şandina hêza bejayî ya ji bo nav Îranê nîne.
Michael Leiter diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku rêya herî baş a ji bo guherîna pergalê û bidawîkirina şer, pişthibestina bi hêzeke navxwe ya Îranî ye da ku rê li ber serhildan û rûxandina desthilatê vebe.
Balyozê Îsraîlê yê Washingtonê li gel kanala CNNê axivî û diyar kir ku ew şandina leşkeran a ji bo Îranê ne baş dibînin.
Leiter di berdewamiyê jî de got, "Ew hêza ku herê wê derê, divê Îranî be. Ez bawer dikim ew hêz niha di rê de ye."
Balyozê Amerîkayê her wiha eşkere nekir ka mebesta wî kîjan hêz e.
Michael Leiter di wê baweriyê de ye ku berdewamiya êrişên asmanî yên li ser Îranê dê bibe sedem ku serkirdayetiya Tehranê ew qasî qels bibe ku serhildaneke navxwe çêbibe.
Leiter da zanîn ku ew naxwazin leşkerên xwe bişînin welatekî ku bi giranî hatiye çekdarkirin û bi dehsalan e ji bo şer xwe amade kiriye.
Her çi qas li ser lawaziya mixalefeta Îranê pirs jê hatin kirin jî wî qebûl kir ku rewş dijwar e lê tekez kir ku dibe tiştekî neçaverêkirî pêk were û guherînek çêbibe.
Balyozê Îsraîlê bal kişand ser hevahengiya nêzîk a Îsraîl û Amerîkayê ya ji bo amadekirin û pêkanîna operasyonên leşkerî.
Ev daxuyaniya Michael Leiter di demekê de ye ku Donald Trump hişyarî daye ku eger Tehran Tengava Hurmizê veneke, ew dê binesaziya Îranê bikin hedef.
Leiter amaje pê kir ku eger desthilata Îranê birûxe ew dê binesaziya wî welatî bombebaran nekin lê eger pergal li ser kar bimîne dê binesazî bibe armanc.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse