Trump Îran bi 'rûxandinê' tehdîd kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Îran Îsraîl NATO Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku eger Îran Tengava Hurmizê veneke, ew dê stasyonên elektrîkê yên wî welatî bombebaran bike.

Trump diyar kir ku ev yek dê bibe sedema "rûxandineke temamî" ya Îranê û encama wê jî dê "bêhampa" be.

Trump îşev bi rêya telefonê bi kanala 13an a Îsraîlê re axivî.

Trump behsa ultîmatoma 48 saetan kir ku wî dabû Tehranê da ku Tengava Hurmizê veke.

Serokê Amerîkayê got, "Hûn dê di demeke nêzîk de encama vê ultîmatomê bibînin. Îran 47 sal in gelekî xerab bûye, niha ew cezayê ku heq kiriye distîne."

Donald Trump her wiha welatên NATOyê bi tundî rexne kir û ew wekî "tirsonek" bi nav kirin.

Trump anî ziman ku bêyî Amerîkayê NATO hêzeke bêbandor e û got, "Welatên NATOyê tiştekî nakin, ev cihê daxê ye."

Li aliyê din, Supaya Pasdaran a Îranê hişyarî da ku eger Trump li navendên enerjiyê bixe, ew dê Tengava Hurmizê bi temamî bigirin.

Pasdaran ragihand ku di rewşeke wilo de, dê li hemû şirketên herêmê yên ku pişka Amerîkayê tê de heye bixin û binesaziya enerjiyê ya wan welatan bikin armanc ku baregehên Amerîkayê lê ne.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf jî bersiva gefên Trump da û ew bi "ehmaqiyê" tawanbar kir.

Qalîbaf got Trump ji rastiya vî şerî fêm nake û ev gef tenê zererê didin binesaziya Welatên Kendavê. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst