Îsraîl girtina Konsulxaneya xwe ya Stenbolê dinirxîne

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîl ji ber krîza dîplomatîk a kûr a bi Tirkiyeyê re, girtina Konsulxaneya xwe ya Giştî ya Stenbolê dinirxîne.

Heke gaveke wiha were avêtin, Balyozxaneya Îsraîlê ya Enqereyê dê wekî yekane nûnertiya dîplomatîk a fermî ya Îsraîlê ya li Tirkiyeyê bimîne.

Vê nûçeyê cara pêşî di medyaya Îsraîlê de li ser malpera Ynet Globalê cih girt.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku dîplomatên Îsraîlî yên ji bo Tirkiyeyê hatine erkdarkirin niha li Bulgaristanê ne û karmendên herêmî jî ji malên xwe karê xwe didomînin.

Guftûgo hene lê biryar nehatiye dayîn

Rayedarên Îsraîlî ji bo BBC Turkçeyê piştrast kir ku li ser girtina konsulxaneyê guftûgo hene lê hîn biryarek nehatiye dayîn.

Heman çavkaniyê diyar kir ku di nav guftûgoyan de hinek alî dibêjin ev avahiyên vala lêçûneke zêde derdixin û dibin sedema barekî darayî yê giran.

Lê belê hinek rayedaran hişyarî daye ku heke konsulxaneya li Stenbolê were girtin, dibe ku di paşerojê de vekirina wê ya ducare zehmet be.

Balyozxaneya Îsraîlê ya Enqereyê dê vekirî bimîne lê balyozxane ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve ku Hemasê êrişî Îsraîlê kir, bi awayekî fîzîkî bê karmend e.

Dîplomat hatine vekişandin

Dîplomatên li konsulxaneya Stenbolê jî ku li yekê ji navendên kar ên bajêr e hatibûn vekişandin.

Ji wê demê ve hem li balyozxaneyê û hem jî li konsulxaneyê tenê karmendên Tirk dixebitin.

Li nêzîkî avahiya konsulxaneyê ya li Stenbolê 7ê Nîsanê êrişeke bi çekan hatibû kirin.

Rayedaran bêyî ku hûrgiliyan bidin, "rêxistineke terorê ya ku dîn bi kar tîne" wekî berpirsyar nîşan dabû.

Balyozê Tirkiyeyê hatibû vekişandin

Tirkiye niha li Îsraîlê li şûna balyoz di asta berjewendîparêz de tê temsîlkirin. Balyozê Tirkiyeyê yê Tel Evîvê piştî êrişên 7ê Çiriya Pêşîn hatibû vekişandin.

Tirkiye sala 1949an bûbû yekem welatê Misilman ku Îsraîlê nas kiribû.

Her du welatan sala 2016an têkiliyên xwe asayî kiribûn ku piştî êrişa leşkerên Îsraîlê ya li ser keştiya Mavi Marmarayê ya sala 2010an têkilî xera bûbûn.

Di wê êrişê de 9 aktîvîst hatibûn kuştin ku 8 ji wan welatiyên Tirkiyeyê bûn.

Hêzên deryayî yên Îsraîlê 15ê Gulanê fîloya "Sumuda Cîhanî" jî rawestandibû ku ji Marmarîsê ber bi Xezeyê ve bi rê ketibû.

Ev fîlo, fîloya sêyem bû ku dixwest dorpêça deryayî ya Îsraîlê bişikîne û alîkariyê bigihîne Xezeyê lê ji aliyê Îsraîlê ve hat astengkirin.