Nêçîrvan Barzanî: Pêvajoyeke nû di navbera me û Tirkiyê de dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî hat hilbijartin ji bo ziyareta dervayê welat a ewil çû Tirkiyeyê û diyar kir ku di mijara peywendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê de heyameke nû dest pê dike.

 

Serokê Herêma Kurdistana Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtina bi Serokomarê Tirkyê Recep Tayyîp Erdogan re kir, ji ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê re ragihand ku  piştî hilbijartina 10ê Hezîranê wekî serokê herêmê hat hilbijartin ji bo ziyareta dervayê welat a ewil çûye Tirkiyê û derbarê hevdîtina ligel Erdogan de got:"Piştî ku wekî Serokê Herêma Kurdistanê hatim hilbijartin ji bo ziyareta ewil hatim Tirkiyeyê. Ji ber ku bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan re hatim ba hev gelekî kêfxweş im. Me di hevdîtinê li ser pêşxistina têkiliyên Herêma Kurdistanê, Tirkiyê û hemû Iraqê fikr û ramanên xwe parve kirin.”

 

Nêçîrvan Barzanî  da zanîn ku wan di hevdîtinê de peywendiyên dualî bi her awayî nirxandine û got: “Ez di vê baweriyê de me ku di têkiliyên Herêma Kurdistanê, Tirkiyeyê û Iraqê de pêvajoyeke nû dê dest pê bike. Daxwaza min ew e ku ziyaret bibe sedema pêşxistina têkiliyan."

 

Barzanî destnîşan kir ku Erdogan serdana Iraqê bike, ew dê bibe gaveke girîng û wiha pê de çû: “Di navbera Enqere û Hewlêrê da dostaniyeke dîrokî heye. Tirkiyeyê di hemû pêvajoyên dijwar de alîkariya gelê me kir. Ji Birêz Serokomar û gel Tirkiyeyê re ji bo alîkariyan min carekê dîsa sipas kir."

 

Serok Barzanî bal kişand ser têkiliyên bazarganiyê yên di navbera Herêma Kurdistan-Iraq û Tirkiyeyê de û pirsa li ser rola Herêma Kurdistanê ya zêdekirina hecma bazirganiyê wiha bersivand:"Di çarçoveya têkiliyên bazirganiyê yên Iraq û Tirkiyê de rola Herêma Kurdistanê girîng e. Çend sedemên vê hene. Li ser sînorê Iraqê yê aliyê Tirkiyê Herêma Kurdistanê heye. Herêma Kurdistanê niha li gor heyamên din bi Bexdayê re têkiliyên baş didomîne. Hecma bazirganiya Tirkiye û Iraqê vê gavê bi qasî 13 milyar dolarî ye. Me di hevdîtinê da qala zêdekirina hecma bazirganiyê kir. Hêviya min ew e ku hecma bazirganiyê ji 13 milyar dolarî derbas bibe û herdu alî jî ji vê memnûn bibin. Ji bo zêdekirina hecma bazirganiyê di hevdîtinê de me û Serokomar bi berfirehî gotûbêj kir. Me dît ku Serokomar jî di vê mijarê de dixwaze û hêvî dike ku hecma bazirganiya bi Iraqê re bi lez were zêdekirin."

 

Li ser pirsa vekirina Deriyê Sînor ê Ovakoyê ya ku Tirkiye û hikûmeta navendî ya Iraqê li ser diaxivin Barzanî wiha got: "Divê Hewlêr, Enqere û Bexda bi baldarî li ser vê biaxivin. Hûn jî dizanin ku herdu aliyan kapasîteya deriyê halêhazir zêde kirin. Pirên nû û tunelên ku saziyên Tirkiyeyê li Zaxoyê vekirin hatin temamkirin. Armanca me ew e ku di mijara zêdekirina hecma bazirganiya di navbera Iraq, Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê da çi ji destê me tê bikin."

 

Serokê Herêma Kurdistanê li ser bazirganiya petrolê ya di navbera Tirkiye û Iraqê de jî wiha axivî: "Niha me xeteke boriya petrolê ya ku ber bi Bêndergeha Ceyhanê ve diçe heye. Eger di hinardekirina petrolê de pirsgirêkek derkeve em dikarin alîkariyê bikin. Di vê mijarê de me fikira xwe ji hikûmeta Iraqê ya navendî re jî got. Divê kapasîteya boriyan were zêdekirin. Di pêşerojê de em dixwazin zêdetir petrolê hinarde bikin.”

 

Barzanî li ser îdiaya Adil Ebdulmehdî ya ku gotibû wan ji petrola Herêma Kurdistanê heta niha tu dahat newergirtine de got: "Em dikarin 250 hezar bermîl petrol teslimî Bexdayê bikin. Em di vê mijarê de wekî prensîp tu pirsgirêkê nabînin. Lê ji bo vê divê em werin ba hev. Beriya Tirkiyeyê ez li Bexdayê bûm. Em bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re li ser vê meseleyê jî axivîn. Mesele ne teslimkirina petolê ye. Rê prosedureke vî karî heye. Di sala 2014an budçeya Herêma Kurdistanê hat birîn. Ji ber vê deynekî mezin li ser herêmê çêbû. Divê ewil ev were çareserkirin. Ev mesele dê encax bi lihevkirinekê were çareserkirin. Di vê meseleyê da ji bo piştgiriya Bexdayê em amade ne."

 

Li ser rageşiya di navbera Amerîka û Îranê de ka wê li ser Herêma Kurdistana Iraqê çawa tesîrê bike Barzanî wiha got: "Ev rageşî em naxwazin li herêmê bibe sedema şerekî. Di vê mijarê de em bi Bexdayê re ne. Siyaseta me ev e. Bila li ser axa Iraqê tu zirar negihêje aliyekî. Eger şerek çêbibe em dê hem Herêma Kurdistanê hem jî Iraqê biparêzin."

 

Barzanî li ser pirseke hebûna gerîlayên PKKê li Başûrê Kurdistanê got: "Sedema operasyonên Tirkiyê yên li herêmê tên kirin hebûna PKKê ye. Em naxwazin tu alî û rêxistin li ser axa me dijî welatekî yan jî cîrane me şer bikin. Tirkiyê di demên dijwar û zehmet de alîkariya me kir. Niha têkiliyên me û Tirkiyê gelekî baş e. PKK li herêmê dibe sedema pirsgirêkên mezin. Ji ber vê zêdeyî 500 gundên me hatin valekirin. Em dixwazin bi cîranên xwe re di nav xweşî û aştiyê da bijîn."