Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê: Asta tîrêjên atomî li Îranê zêde nebûye
Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) ragihand ku piştî êrişên Amerîkayê yên li ser santralên atomî yên Îranê, li derveyî santralan asta tîrêjên atomî zêde nebûye.
Serokê IAEAyê Rafael Grossi her wiha jî ragihand ku ew dê ji bo nirxandina rewşê civîneke awarte li dar bixin.
Li gor daxuyaniya ajansê ya li ser platforma Xê, piştî êrişên li ser 3 santralên Îranê ku Fordo jî di nav de ye, heta niha ti zêdebûnek di asta tîrêjên atomî de nehatiye tomarkirin û dê nirxandinên zêdetir li ser rewşê bên kirin.
Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Mihemed Îslamî, di nameyekê de ji bo Rêveberê Giştî yê IAEA Rafael Grossi, daxwaza lêpirsînê ji Amerîkayê kiribû.
Îslamî di nameya xwe de nerazîbûna xwe li hemberî êrişa Amerîkayê ya ser santralên etomî yên Natanz, Fordo û Îsfehanê nîşan da û Amerîka bi binpêkirina yasayên navneteweyî û Peymana Qedexekirina Belavbûna Çekên Atomî (NPT) tometbar kir.
Îranê giliyê Grossi kir
Îslamî herwiha ajans bi "bêhelwestî û hevparîya tawanê" tometbar kir û daxwaz kir ku demildest van êrişan şermezar bike.
Li ser vê yekê, Rêveberê Giştî yê IAEA Rafael Mariano Grossi li ser hesabê xwe yê platforma Xê got: "Ji ber rewşa awarte ya li Îranê, Encûmena Rêveber a IAEAyê dê sibe bicive."
Ev pêşhat di demekê de ne ku berî niha jî Balyozê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî Emîr Seîd Îrevanî, ji ber "helwesta alîgir" a Grossi li hember gefên Îsraîlê yên li ser santralên atomî yên Îranê, gilî li wî tomar kiribû.
Balyozê Îranê gotibû ku Grossi li hember gefên Îsraîlê, li şûna ku wan şermezar bike, tenê behsa "dilgeraniyên" Îsraîlê kiriye.