Îsraîlê derbarê metrsiya êrîşên elektronî de hişyarî da
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê derbarê metrsiya êrîşên elektronî de hişyariyê dide û dibêje, ev corên êrîşan bûne gef li ser asayîşa cîhanê û daxwaz ji welatan dike ku hemû bi hev re kar bikin û rûbirûbûyî vê yekê bibin.
Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett ku roja Çarşemê 21ê Tîrmehê bi boneya Heftiya Sayber a salane li Zanîngeha Tel Avivê diaxivî, behsa wê yekê kir ku Îsraîl bûye nimûneyk ku têde dezgehên ewlekarî û yên akadîmik li gel kompaniyên taybet kar dikin ji bo ku sîstemek bervaiyê ya dijî êrîşên elektronî ava bikin.
Bennett herwiha got, ji her 100 dolarên ku li cîhanê bo vê armancê hatine xerckirin, 41 dolar ji wan ji dezgehên Îsraîlê têne pêşkêşkirin.
Serokwezîrê Îsraîlê got, nihêniya serkeftina welatê wî di warê asayîşa internetê de ew e ku xelkê cuda di kertên cuda yên welatê wî û dezgehê akademk de kom bûne ku hemû jî di navxwe de zanyariyên bi hev diguherin.
Ev axfrinên Naftali Bennett di demekê de ne ku berî du rojan, Rêxistina Lêborîna Navdewletî belav kiribû ku bi riya bernameyeke kompaniya NSO ya Îsraîlî sîxorî li mobayla zêdetir ji 50 hezar kesî hatiye kirin, di nava wan de jî serkirdeyên çend welatan weke Berhem Salih Serokkomarê Iraqê, Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Şah Mihemedê Pêncem Şahê Mexrîbê û çend serokwezîrên niha û yên berê yên welatên cuda.
Rêxistina Reporterêm Bê Sînor jî roja Çarşemê daxwaz ji Serokwezîrê Îsraîlê kir, hinardekirina teknolojiya çavdêrî û sîxûriyê rawestîne, piştî ku bi bernameyeke kompaniya NSO ya Îsraîlî, sîxûrî li hejmarek serkirdeyên dewletan û bi sedan rojnamevanan hatiye kirin.
Christopher Deloire, Serokê rêxistina Reporterên Bê Sînor ku baregeha wê li Parîsê ye, duh di daxuyaniyekê de got, “Em ji Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett dixwazin ku demildest hinardekirina teknolojiya çavdêriyê rawestîne, heta ku çarçoveyeke çavdêrîkirina parastî tê avakirin.”
NSO kompaniyeke mezin a Îsraîlê ya di warê teknolojiyê de ye û 850 karmendên wê hene.
Rêveberê Cîbicîkar ê kompaniya NSO, Shalev Hulio yê 39 salî roja Sêşemê di gotûbêjekê de li gel Radyo 103FM a Îsraîlê de, red kir ku rola kompaniya wî di çavdêriya berfireh de hebe.
Wî got, “ti pêwendiyeke” SNO li gel lîsta bi hezaran hejmarên telefonan tune ye.